Tengezar Marinî
Dibe ku hinekî bi xwendevana ev çîrok seyr were.
Di salên 2002-2007, aboniya min ya kovara toreyê ya almanî “Die Horn” hebû.. Hejmarek ji wan, di nav wan salan de, li ser toreya Kanadayê bû. Di wê hejmarê de, navê çend nivîskarên kanadayî û berhemên wan tê de hatibûn belavkirin, mîna: Linda Aksomitis (1951), Charlotte Vale Allen (Pseud. Katherine Marlowe) (* 1941), David Arnason (* 1940), Sidney Allinson, George Amabile (* 1936), Rod Anderson, Hubert Aquin (1929–1977), Alice Munro û hineke din.
Piştî min hinek çîrokên wê, Dar, gelek bextewerî û Dêmenziyon xwendin, gelekî li xweşiya min hat û min bizav kir, ku pirtûkên wê bi dest xwe bixim, lê mixabin min peyda nekirin, heya 2010, ku komek ji kurteçîrokên Amerîkaya Bakur, di nav pirtûkeke mezin de ji min re hevalekî rêkir. Di wê pirtûkê de, çîrokeke nivîskara kanadayî Alice Munro bi nave Trick ”Xapandin” tê de hebû. Dubare, di gel ku bi îngilîzî bû jî, lê dubare li xweşiya min hat û navê wê di hişê min de hate parastin. Îsal 2013’yan, bi seredanekê heyva 7’an li Hamburg, ez li westegeha bajêr bûm, derbasî dikana firotina pirtûkan bûm û min çavên xwe digerand û dixwest demê winda bikim, ta ku şemendefera min bê. Li derbasbûnê, navê Alice Munro, li ser qapekî sor yê pirtûkekê li ber çavên min ket.
Bêtax û paşî, min rahijte pirtûkê û bire ber kasê.
Ji ber hindek pirtûkên din ji bo xwendinê hîn li ber min hebûn, min ev pirtûk hişt heta berî 3 rojan.
Pirtûka bi navê “Zu Viel Gluck = gelek ji bexteweriyê(xweşiyê)”, ku ji 11 çîrokan pêk tê, min dixwend û hîn jî dixwînim. Îro ez diçûme ser karê xwe û min pirtûk dixwend. Li vegerê, li dor saet 1’ê piştî nîvro bû. Mirovekî li hemberî min rûniştibû, ji nişke ve, gote min: “Te ev pirtûk niha kirî?”
Min got: “na, ev e 2 - 3 heyv in min kiriye. Xêr e, te ew xwendiye?” Bersiva wî nebû û tiliya xwe bi rojnameya tiramê ya elektronîk ve kir û got: “Bixwîne… Nivîskara kanadayî Alice Munro hilgira xelata Nobel ya Toreyê ya îsal e, berdevkê komîta Jurî Peter Englund, bi navê Akademiya Swêdî, ev agahî da. Bi wergirtina Alice Munro ji xelata Nobel re, dubare teqez dibe, ku çi zayendê edebiyatê be, bila bibe, ku bikaribe asteya hunerî û ciwaniyê bilind bike û kartêkirinê bike, dê bê xelatkirin. Wate dem ne ya romanê ye, belê ya her zayendekî payebilind e.”
Alice Munro kî ye?
Berahîka ez bihêm li ser jiyan û berhemên wê binivîsim, dixwazim peyva Peter Englund, berdevkê Akademiya Swêdê ya Xelata Nobelê ji bo we xwendevanan wergerînim: “Wê (A.M), ev durvê taybet (kurteçîrok “ber bi kemalbûnê ve bir”. Munro, nivîskara kurteçîrokê, li welatê xwe, Kanada, USA û Britanyayê jî, ya herî berniyas e.
Munro di 10.07.1931’ê de, li Wingham, li Ontario hatiye dinê. Di bin nîr û mercên zor de mezin û perwerde bûye. Dayika wê mamoste bû û bavê wê rêncberê roviyan bû. Munro, li Zanîngeha Ontario Rojnamegerî û ingilîstîk xwend, lê bi dawî neanî. Di sala 1951 de zewicî û li Victoria, kolumbia birîtanî pirtûkxaneyek vekirin. Wê ji biçûkaniya xwe de, di sala 1950, çîrok dinivîsîn. Pirtûka wê ya yekem, di sala 1968’an de bi navê “Dance of the Happy Şades= semaya di bin sîbera bextewer de.” Bi vê berhema xwe bi nav û deng bû. Di pey re, sala 1971’ê, çîroka xwe ya bi navê “Lives of Girls and Women= ji qîz û jinê”, ku sala 1983’yan kire roman. Rexnegirên toreyê, ev roman wekî romana fêrkirinê li qelem dan. Ji ber hezkirina wê û zîrekiya wê ji kurteçîrokê re, wê berawirdî Anton Tschechow dikin.
Zarokên wê: Şeila Munro, Catherine Munro, Jenny Munro, Andrea Munro
Mêr ên wê: James Munro (ji sala. 1951–1972)
Gerald Fremlin (ji sala. 1976–2013)
Berhemên wê bi zimanê original (îngilîzî)
• Dance of the Happy Şades and Other Stories. – Toronto : Ryerson, 1968
• Lives of Girls and Women. – Toronto : McGraw-Hill Ryerson, 1971
• Something I've Been Meaning to Tell You : Thirteen Stories. – Toronto : McGraw-Hill Ryerson, 1974
• Who Do You Think You Are? : Stories. – Toronto : Macmillan of Canada, 1978. – Note: also publişed as The Beggar Maid : Stories of Flo and Rose. – New York : Knopf, 1979
• The Moons of Jupiter : Stories. – Toronto : Macmillan of Canada, 1982
• The Progress of Love. – Toronto : McClelland and Stewart, 1986
• Friend of My Youth : Stories. – Toronto : McClelland and Stewart, 1990
• Open Secrets : Stories. – Toronto : McClelland and Stewart, 1994
• The Love of a Good Woman : Stories. – Toronto : McClelland and Stewart, 1998
• Queenie : A Story. – London : Profile Books/London Review of Books, 1999
• Hateşip, Friendşip, Courtşip, Loveşip, Marriage : Stories. – Toronto : McClelland and Stewart, 2001
• Runaway : Stories. – Toronto : McClelland and Stewart, 2004
• The View from Castle Rock : Stories. – Toronto : McClelland and Stewart, 2006
• Away from Her. – New York : Vintage, 2007. – Note: contains the şort story “The Bear Came Over The Mountain” which was later made into the motion picture Away from her
• Too Much Happiness : Stories. – Toronto : McClelland and Stewart, 2009
• Dear Life : Stories. – Toronto : McClelland and Stewart, 2012
Ji berhemên wê 2 fîlm hatine çêkirin:
• 1994: (Lives of girls and women) Dayik û keç
• 2006: (Away From Her)– li kêleka wê, li ser bingeha çîroka wê ya bi navê “Bear Came Over the Mountain“
Xelatên wergirtî:
1. Governor General’s Award for Fiction
• 1968 ji bo Dance of Happy Şades
• 1978 ji bo Who do you think you are
• 1986 ji bo The Progress of Love
2. Trillium Book Award
• 1990 ji bo Friend of My Youth
• 1998 für The Love of a Good Woman
3. Order of Ontario (1994)
4. Giller Prize
• 1998 ji bo The Love of a Good Woman
• 2004 ji bo Runaway
5. National Book Critics Circle Award for Fiction (1998) ji bo The Love of a Good Woman
6. Man-Booker ji bo internationale Literatur (2009)
7. Xelata siwara huner û edebiyatê (2010)
8. Xelata Nobel ya edebiyatê (2013)
***
Nûçeya eleqedar:
- Xelata Wêjeyê ya Nobelê dan Munro