Dêrsim
Serokê DTP'ê Dêrsimê Murat Polat û 5 kesên din ji ber afîşa bi kurdî ya ji bo 1'ê Gulanê ceza xwarin.
DTP'ê di 1'ê Gulanê de afîşeke bi kurdî "Bijî 1 Gulan" daliqandibû. Li ser vê yekê dozgeriyê der barê Serokê DTP'a Dêrsimê Murat Polat, rêveber Ufuk Sunger, Zeki Yildirim, Nurcan Kasun, Huseyin Ozdenk û Îbrahim Halil Ateş doz vekir.
Danişîna dozaê li Dadgeha Asliye Cezaya Dêrsimê li dar ket û di encamê de ew her yek 5 meh bi cezaya hepsê hatin cezakirin. Dadgehê di dawiyê de ev ceza veguhart cezaya serbestiya di bin çavdêriyê de. Di vê demê de ger ew sûceke din bikin dê cezaya xwe bikişînin.
Serokê DTP'a Dêrsimê Murat Polat li ser cezayê da zanîn ku êdî li Tirkiyeyê televîzyona dewletê bi kurdî weşanê dike lê em ji ber afîşeke bi zimanê xwe hatin cezakirin. Polat da zanîn ku ev nakokiye û dê li ber dadgeha bilind mafê îtîraza xwe pêk bînin.