Edîb Polat
Komeleya Nivîskarên Kurd ji sala 2003’yan ve (bi fermî ji 2004’an ve) hatiye damezrandin, ango deh sal in di nava xebatên rêxistin, çalakî, têkilî, dîplomasî û xebatên din de ye. Di van deh salan de komele ji bo xwe, belê tenê ji bo xwerêkxistinê çiqas xebitiye, çiqas veberhênanî ji endamên xwe re kiriye û di vê babetê de çiqas biserketiye?
Gava mirov pirsek wiha ji endamên ku bi piranî rehên xwe ji nifşa prosesa “Rêxistinên Siyasî” digre dike, tevliheviyek di bersiva “rêxistinek çawa” de dertê holê. Ev têkelî ji hişmendiya “rêkxistin an komele bêyî siyasetê nabe” tê. Û pirsek din ji bo zelaliyê dikare wiha were pirsîn: Gelo komele tenê bi xebata wêjeyê, tenê bi giyanê milîtaniya wêjeyî, ji doza siyasî ya kurdî cihê, dikare bixebite, endaman qeyd bike, bi rê ve bibe û xwe xurt bike?
Piştî pratîka deh salan mirov dikare bêje ku me demên ku siyaset di nav de bû dît, di wan deman de komele bi hişmendiyek siyasî hinekî xurt bû, qet nebe xwe bi rêxistin kir, heta astekî bi pêş jî ket, lê dû re xitimî. Heta ev komele vekirîbe, em divê xitimandina sala 2013’yan qet ji bîr nekin. Çawa miletek bi destê xwe girtina komeleya nivîskarên xwe nîqaş bike? Belê kambaxiya 2013’yan dikare wiha were ziman. Her kesekî nûser fam kir ku bi destwerdana hin kesan û bi pêkanîna grûban komele nameşe. Jixwe ji ber vî kirasî bû ku kesek ji îdeolojiyên cihê, nêzîkî partiyên cuda pir di nav komeleyê de cîh negirtin û nehatin nebûn endam jî. Gelo tehamula rêveberiyên komeleyê yên heta niha ji fikrên cihê re tune bû? Na, mesele ne ev e, dîmenek ne pirrengî lê yekrengî, şerûd (bo niqaşên bi PEN’a Kurd re dibêjim), tijî gengeşe derket holê ku, nivîskarên nêzîkî KDP’ya Bakur, Hak-Parê, Mazlûm-Derê, Nûbiharê, Sosyalîst û hwd. nehatin û nebûn endamên komeleyê. Ev yek jî wê ji rengê neteweyîbûnê dûr xist. Girse reng didin rêkxistinan, dema endam ne pirreng bin, encam dê ev bûna. Nirxên ku komeleyê pêk aniye, endaman aniye cem hev çi ne, em di bîr bînin:
1-Kurdewarî
2-Hişmendiya Neteweya Kurd ya gerdûnî
3-Demokratîkbûyîn
4-Hurmeta ji bo mafê jinê û parastina wekheviya zayendan.
Bala we dikşîne ku di vir de zanebûna bi kurdî, axaftin û nivisîna bi kurdî şert nîn e. Jixwe di rêziknameyê de me di serî de ev yek bi cîh nekir û rêveberiyên piştî me jî wiha domandin. Qebûlkirina mafê kurdan bes hatiye dîtin. Û helbet nivîsîn…
Kesekî/a kurd be û xwedîpirtûk be an nivîskarek quncikekî be, divê wekî natûrel bixwaze bibe endamê/a komeleya miletê xwe. Ger ji vê yekê dûr bisekine, an sebebê ne şexsî yên fikrî, ramanî, îdeolojîk derxe pêş, arîşeyek ya di komeleyê de heye ya di ramana wê/wî kesî de. Niha hejmara endaman piştî îstîfayan li der û dora sedî (100) ye. Ev sed kes ne çalak in, ne aktîv in, lê bi şiklekî hêj pêwendîdar in. Werin em bi hev re bihizirin: Ji bo hejmara nivîskarên kurdên Bakur sed endam ne hindik in? Bi dîtina min hindik in, ji ber ku em ji nivisîna pirtûkan dizanin ku ji vê hejmarê pir zêdetir in yekûna nivîskarên kurdên Bakur. Em rastiyê bêjin çêtir e; hin der û dor hene jixwe qet riya xwe bi komeleyê naxin, napirsin, miraq jî nakin. Ji bilî xeydanan û endamên ku îstîfa kirine, ez qala hin kesên ku li dîasporayê nivisîne, bûne nivîskar, lê niha vegeriyane welat dikim. Ew jî hişmendî û sekna komeleyê kêm dibînin.
Meseleyek din jî ev e ku nivîskarên li derveyî Amedê dijîn endam bin jî, têkiliyên wan sar in, an hatine birîn. Sebeba vê ne ji xalên ku me li jor jimart in, lê bêtir dûrahiya cografîk e. Divê li hin bajaran şax werin vekirin. Mînak Wan, Stenbol, Merdînê (an Qoserê). Heta niha ne bawer im tu rêveberiyek me ji bo rêkxistinkirina komeleyê, ji bo qeyda endamên nûh an vekirina şaxan li bajarên din xebitîbe. Divê komîsyonek tenê ji bo vê yekê were sazkirin û li hin bajaran bigere, nivîskarên kurdan tesbît bike û wan vexwîne ji bo endametiyê. Qadek din jî pêwendiyên bi nivîskarên biyanî re ye ku kêmasiyek mezin di vî warî de heye. Komele heta niha bang li nivîskarên dewlêtên din nekiriye, belkî ji ber sebebên butçeyî, an sebeba nezanîna zimanên biyanî û hwd. Me kesekî/a biyanî nekiriye mêvan, panelek an konferansek ji bo wan saz nekiriye. Her wiha wan jî bo kongreyên me eleqe nîşan nedane, nûner neşandine. Ev kêmasiyek e. Di çend mehên ewil de Yekîtiya Ewropa (YE) ji me re Berpirsê Dadê Andrew Nîkol şandibû, têkiliyên me bi nûnera YE ya Enqerê Sema Kiliçer re hebûn. Divê ev têkilî ji nûh ve geş bibin. Bila peyva pêwendiyên biyanî tenê PEN’a Navnetewî neyne bîra me, yekîtiyên nivîskaran jî hene ku pir xurt in, çalak in, xwedî qîmet in. Pêwendiya komeleya me bi saziyên nivîskarên tirk re jî lawaz e. Di serê ewil de demekê TYS (Sendîkaya Nivîskarên Tirkiyeyê), Turk PEN bi me re di têkiliyê de bûn, dûre ev qut bû. Ji ber ku pêwendî qut in ne ew tên kongreyên me, ne em diçin yên wan. (Bila nivîskar Mehmet Maden li min bibore, di ya dawî de hatibû Kongreya Nivîskarên Kurd). Gava rewş wiha be, kongreyên me di çapemeniya wan welatan de jî cîh nagrin.
Ji bo geşbûna xebatên komeleyê çi divê, pêgirêdana endaman dê çawa pêk were?
Komele heta niha di festîvalan, di fûaran de rol distend, lê ev rol fermî bû. Grûbek edebiyatê di nava endaman de pêk nehat, lewma ev valahî ji aliyê DSM’an grûbên ne nivîskar pêk hat û niha jî ew grûb dê kovarek rexneyê biweşînin. Qewet be ji wan re, serkeftin dixwazim, lê ev rol ya komeleyê bû, valahiyê wan dagirt. Cîhê rexneya pirtûkan, nîqaşa kêmasiya berheman divê di komeleyê de pêk bihata. Ji bo pêgirêdana endaman jî divê hin gav werin avêtin. Nasnameya endametiyê divê bi kêrî tiştekî were. Mînak endamên kal an biasteng divê bêpere li otobusên şaredariyê siwar bibin. Hemî endam divê ji hemî çalakiyên çand û hunerî yên şaredariyên BDP’î haydar bin û bêpere tevlî bibin, divê hemî endam delegeyên xwezayî yên hemî kongreyên ziman, çand, huner û konservatuaran bin. (Civînên TZP Kurdî, Xebatên Cegerxwîn û akademiyên ziman û hwd.) Endam divê karibin bêpere biçin şanoya bajer a şaredariyê. Divê programên radyo û televîzyonan ji endaman re, ji bo nasandina wan û berhemên wan werin çêkirin. Heke wiha nîn be, hin mafan em nedin endaman, nivîskar dê çima bibin endam?
Ji bo têkiliyên navxweyî yên endaman xurt bibin:
- Tûrên tûrîstîk, gerên ji bo Kurdistanê an cîhekî din dikarin werin organîzekirin. Kermes ji aliyê malbatan ve dibe ku werin rêkxistinkirin, malbat hev nas bikin. Carna xwarinên bi hev re werin amadekirin, endam herin taziyê, dawet û nîşanên hev, ji hev re di her qadên jiyanê de bibin alîkar.
Gava ku komele xurt bibe, hejmara endamên çalak zêde bike, dê qedr û qîmetek ji bo wê pêk were, ew dikare di her warên civakê de, di qada neteweyî û dewletî de cîhekî xwe hebe, ji bo pêşvekirina zimanê kurdî li ser rayedarên dewletê presê pêk bîne. Ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê pêşniyara min ev e ku sala pêşiya me, divê di roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de mîtîngek li ser navê komeleyê bi alîkariya saziyan were organîzekirin û hemû endamên me ji bo vê yekê seferber bibin. Mîtîngek wiha dê tesîrek xwe hebe, dê ji mîtîngên siyasî bêtir watedar û bi kênc be.
Wekî encam; di meha kewçêrê de me civîna ewil ya nefermî ji bo damezrandina komeleyê pêk anîbû. Deh sal in hêj hin nûser bi vî agirî dişewitin. Her bijîn!
Ji bo vî zimanî gelek xwîn rijiya, we jî qet nebe hubur rijand ey deyndarên mela, ey feqiyên Feqiyê Teyran. Em çiqas bixebitin, çavan kor bikin bi şevan, xew li xwe biherimînin, temenan birizînin li benda çapkirina pirtûkên “bêxwedî”, em nikarin deynê yek ristek Cizîrî û Xanî bidin ku bûne sebebê pêşbirrîna tunekirina zimanê me.
Salvegera Damezrandina Komeleyê ya Dehemîn li hemî endaman, rêveberan, wêjehezan, li “kurmên pirtûkan”, li “nexweşên” romanên qlasîk û yên kurdî, li wergêrên kurdî pîroz be.
27. 09. 2013, Amed
edippolat@yandex.com
***
Nivîsên Edîb Polat ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Kurtenêrînek ji bo dîroka Komeleya Nivîskaran
- Birîna Pervîn Buldan û gaza ji Brezîlya!
- Pelek ji dîroka pişaftinê
- OXIR BE, MAMOSTA TANÎLLÎ
- Piştgiriya Demîrtaş ji bo Beşîkçî pîroz e!
- Ziman û armanc û çend pirs ji bo Komeleya Nivîskaran
- Bavê min Ehmedê Reşo
- Ev dil çi ji bîr dike?
- Bi Mûnzûr re çi herikî?
- “Rê”ya ber bi qeyrana dil!
- Şaşiyên ziman ên TRT 6’ê -2-
- Şaşiyên ziman ên TRT 6'ê


