logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

Kurtenêrînek ji bo dîroka Komeleya Nivîskaran

Min gotara Azad Zal ya derbareyê du Komeleyên Nivîskarên Bakur de xwend. Kêmasiyên vê gotarê hebin jî, nivîsek tijî ye.

  • Dîrok: 09/09/2013
  • Beş: NÎQAŞ

Edîb Polat

Min gotara Azad Zal ya derbareyê du Komeleyên Nivîskarên Bakur de xwend. Kêmasiyên vê gotarê hebin jî, nivîsek tijî ye. Lê di derbareyê dîroka damezrandina Komeleya Nivîskarên Kurd (Amed) de kêmasiyek heye. Birêz Zal mafir ku “şeş salan” rêveberiya vê komeleyê kiriye, ne bawer im ku dîroka damezrandina fermî nizanibe. Digel ku navên damezrînerên PEN’a Kurd a li Almanya rêz kiriye, wî çima pêwîstî bi gotina navên damezrînerên vê komeleyê(a Amedê) nedîtiye, nizanim. 

“Pena Kurd  (Komeleya Nivîskarên Kurd) – Amed: Bingehdanîna Komeleya Nivîskarên Kurd di sala 2000’î de, li bajarê Tirkiyeyê Îzmîrê di lihevcivîna navbera çend nivîskaran de ji aliyê Arjen Arî ve pekî pêşniyaz tê rojevê. Di heman civînê de wekî damezrîner Arjen Arî, Berken Bereh, Îrfan Amîda, Salihê Kevirbirî û niviskarekî din –ku navê wî ne diyar e– têne diyarkirin. Komeleya Nivîskarên Kurd di sala 2004’an de bi navê Kurd PEN - Komeleya Nivîskarên Kurd li Amedê bi awayekî fermî tê avakirin. Nîqaş û guftûgo di navbera PEN’a Kurd ya li Almanya, PEN’a Navnetewî û Komeleya Nivîskaran de pêk tênê û di encamê de destûra bikaranîna navê PEN’ê nayê dayîn.  Ji sala 2007’an û pê ve navê PEN’ê ji ser navê Kurd PEN Komeleya Nivîskarên Kurd tê rakirin û wekî Komeleya Nivîskarên Kurd xebatên xwe dimeşîne. …”

Bikaranîna navê “Pena Kurd (Komeleya Nivîskarên Kurd)-Amed” ne rast e, em tu caran nebûn “PEN’a Kurd”, lê me ew nav bi çewtî bi kar anî, paşê bi kongreyekê sererast kir. Navê fermî cara pêşîn bi tirkî “Kurt Pen Yazarlar Dernegi” bû, gava mirov wekî “Pena Kurd” bi nav bike, wekî ku Pena Kurd bi rastî li Amedê hatibe avakirin tê famkirin, ev kêmasiyek navlêkirinê ye û teknîkî ye. Ya duyem Komele di 02. 03. 2004’an de bi fermî serî li ofîsa komeleyan ya walîtiyê daye. Lê ev hatiye redkirin. Piştre hiqûqnas ketine navbeynê, di roja 04.03.2004’an de daxwaz hatiye qebûlkirin, lê doza girtinê hatiye vekirin ku îdîaname hê di arşîva min de ye. Ez li dijî dîroka gavên amadekirinê dernakevim, bingehdanîna 2000’î li Îzmîrê merhaleyek din e, helbet ew jî gavekî pîroz e. Lê ji bo mirov qala damezrîneran bike, divê rêxistinek were damezrandin. Li Îzmîrê rêxistinek nehatiye damezrandin, amadekariyek hatiye pêkanîn, wan kesan pîroz dikim. Merhûm Arjen Arî damezrînerê Komeleya me yê sala 2004’an bû, bi me re xebitî heta dawî. Berken Bereh û Îrfan Amîda ji endamên ewil in. Di civîna dawiya sala 2003’yan a li Tes-işê berî fermiyetê komîteyek hat hilbijartin, ew komîte piştre serî li Parêzgeha Amedê da. Heke meriv qala van kesan neke ku niha di rêziknameya komeleyê de cîh digrin, dê heqê wan û keda wan were înkarkirin: Edîp Polat, Arjen Arî, Sûzan Samanci, Samî Tan, Serkeft Botan, Sedat Yurttaş, Yildiz Çakar. Çawa ku Apê Mûsa dibêje “yên ku ji bin sifirê anîn sifirê” ne ew. Van kesan derketin pêşberî dadgehê û ji ber peyva “Kurd” hatin darizandin. Heke kî ev gav berê biavêta, me dê qala wan kesan bikira. Ez bawer im ji van damezrîneran kî nivîsa te bixîne dê dilşikestî bibe. 

Di heman nivîsê de tê gotin ku di sê salan de şeş serok hatin guhertin. Bila ne 6, lê 60 serok werin guhertin, mesele bawerî û pêkanîna bi demokrasiyê ye. Ev şeş serok bi şêweyek demokratîk dihatin hilbijartin, kesek eksê vê gotiye? Heta komele hate asta niha, divê merhelek wiha jî bihata jîyîn. Guhertin baş e, dijraberî vê gava demokrasî rûnenê serokên heta bi hetayê tên hilbijartin û dev ji qoltix bernadin. Ha ew gav “EGO” dest pê dike! Saziyên kurdan ji bo rêxistinekê du hevserok dibijêrin, nivîskaran dijraberî vê bi du saziyan serokek hilbijart!

Tê gotin ku “Dema ku PEN’a Kurd li Amedê ava dibe wey li wî kî bibe serokê komeleyê.” Ji ber ku ew qala dema me dike, mafê bersivdana me heye; ez bi xwe nebûme şahid ku kesek wiha tevgeriyabe. Hemî guhertin bi kongreyan bûn an ji ber îstîfayan çêdibûn, sazî hê nûh bû, lê ji ber ku parêkirina kariyerek mezin an pereyek li holê tune ye, serokî xizmet bû, suxreyî bû, ked dixwest, mesaî dixwest. Lê dibe hin kes jî bi nexweşîna “karîyerîzmê” ketibin û li pey seroktiyê meşiyabin.

Min di nivîsa xwe ya di Kovara Dîwar de ji ber dîroknivîsandina komeleyê ne mijar bû qala damezrêneran nekir, bila damezrîner biborin.

Bi damezrandina Komeleya Nivîskaran, di dema Komara Tirkiyeyê de bi navê peyva “Kurd” yekemcar e ku komeleyek tê avakirin. Ev rast e. Hin nivîskar KURD-Kav û Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê wekî mînakên yekem nîşan dikin, ev nêrînek çewt e. KURD-Kav ne komele, lê Weqf e. Enstîtuyên Kurd hemî ne fermî ne, de facto ne. 

Ji bo her gavekî doza kurdan berdêl hatiye dayîn, ji bo komeleyê dikarim hin mînakan bidim: Ji bo pirtûka Abdullah Ocalan leşker û polîsan avêtin ser komeleyê, îfadeya me girtin, xwestin Serkeft Botan bigrin bin çavan, em li wir bûn, digel hevalek din me bertek nîşan da. Di festîvala 2004’an de ewil me dersa kurdî da, her roj polîs li ber derî bûn. Ji bo dana xelata “Azadiya Ramanê” ya Komeleyê, doz li min û Eren Keskîn vekirin, her yek ji me 10 mehan ceza xwar. Ez naxwazim kite bi kite çi bûye ne bûye bînim ziman.

Min ev nivîs ne ji bo hedefgirtina kesekî, tenê ji bo sererastkirinan amade kir.

09.09.2013 Amed

edippolat@yandex.com

 

***

 

Nivîsa eleqedar:

- Çarenûsa Komeleya Nivîskarên Kurd

 


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
NÎQAŞ - Nivîsên Dawî
news
  • 11 09 2013

Ez çi dibêjim, tu çi dibêjî…

news
  • 09 09 2013

Kurtenêrînek ji bo dîroka Komeleya Nivîskaran

news
  • 04 09 2013

Kongreya Netewî ya Kurd careke din hat taloqkirin

news
  • 31 08 2013

Çarenûsa Komeleya Nivîskarên Kurd

news
  • 31 08 2013

Agahdariyek derbarê Konferansa Nivîskaran ya Îzmîrê de

news
  • 30 08 2013

Gelo Komeleya Nivîskarên Kurd tê girtin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Çavên herî xweşik ên sînemayê' hatin girtin!

ad

Eno axur bi mîlyonek sterlîn hame rotişî

ad

Dema teknîsyen bi heyecanê bikeve wisa dibe

ad

Bi dehan kurtefîlm li benda temaşevan in

ad

Ji aliyê HDP'ê ve bajarên krîtîk

ad

Çîroka çar kurdan, 'Barê Şevê' derket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname