Diyarname
BDPê çend bajar, navçe û bajarok bi dest xistin? Em hejmara wan radigihînin.
Di hilbijartina 2009'an de BDP bi 99 şaredariyan (8 jê bajar, yên din navçe û bajarok). Zagona şaredariyan guherî, hin bajarok hatin betalkirin, hin bûn navçe, hin bajar bûn Bajarê Mezin. Û di encamê de dema BDP ket hilbijartina 2014'an (li gor vê guherînê) 70 şaredariyên wê hebûn. Û li gor vê saetê encam ev e:
11 bajar (3 jê bajarên mezin)
82 navçe
22 bajarok.
Bi giştî li gor niha 115 şaredarî di destên BDP'ê de ne. Îhtîmal heye hin navçeyên din li van bêne zêdekirin.
Her wiha BDP'ê hem hejmara dengên xwe, hem hejmara şaredariyên xwe, hem jî axa ku di bin destê wê de bû kîlometreçarqorziya wê fireh kir.