Stenbol
Piştî Walîtiya Stenbolê Qada Taksîmê ji bo pîrozbahiyê qedexe kir, rêxistinên ked û pîşeyan diyar kirin ku ew ê 1'ê Gulana Stenbolê li Bazara Gel a Bakirkoyê pîroz bikin. Serokê DÎSK'ê Kanî Beko got: "Ji bo em gotina xwe bibêjin, hêviya xwe zexm bikin em her kesî di 1'ê Gulanê de ji bo ked, demokrasî û aştiyê vedixwînin Bakirkoyê."
Pîrozkirina 1'ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê ya li Taksîmê wekî salên borî îsal jî bû meseleya nîqaşê. Saziyên kedê yên wekî DÎSK, KESK, TMMOB û TTB'ê ji bo li Taksîmê 1'ê Gulanê pîroz bikin serîlêdan kiribû lê ji walîtî bersiva neyînî hatibû. Endamên saziyên navborî du caran bi walîtî re hevdîtin çêkirin lê encam neguherî. Ji ber rewşa heyî wan biryar da ku îsal dest ji Taksîmê berdin û li Bakirkoy pîrozbahiyê bikin. Li ser vê li Navenda Giştî ya DÎSK'ê civîneke çapemeniyê hate li dar xistin. Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko, Hevserokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen, Sekreterê Lijneya Koordînasyona Bajêr a Stenbolê yê TMMOB'ê Suleyman Solmaz, Serokê Giştî yê TTB'ê Raşît Tukel beşdarî civînê bûn.
'Taksîm bi awayekî derhiqûqî hat girtin'
Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko axivî û got ku Qada Taksîmê careke din bi awayekî derhiqûqî hatiye girtin, der barê qedexeya Taksîmê de biryarên DMME û dadgehê bi bîr xist û got: "Daxwaza me ya pîrozbahiyên 1'ê Gulanê bi fermaneke ku ji meqamekî bilind hatiye ji aliyê Walîtiya Stenbolê ve hat redkirin. Mixabin li welatê me rêveber xwe ne wekî mukelefê biryarên dadgehê, xwe wekî yê fermanên Qesrê qebûl dikin."
Beko anî ziman ku ji bo daxwazin kedkar û karkeran bi awayekî zexm û ewleyî bînin ziman ew dê îsal ji bo 2016'an tevî çar rêxistinên ked û pîşeyî 1'ê Gulanê li Bazara Gel a Bakirkoyê pîroz bikin û wiha got: "Ev biryara ji bo 2016'an, bi raya gel, endamên me û dostên me yên ku di 1'ê gulanan de bi salan me mil bi mil b hev re li ber xwe daye me ev biryar da."
'Ji bo ked, demokrasî û aştiyê werin'
Di dawî de Beko wisa got: "Ji bo em gotina xwe bibêjin, hêviya xwe zexm bikin em her kesî di 1'ê Gulanê de ji bo ked, demokrasî û aştiyê vedixwînin Bakirkoyê."