Diyarname
Hê encamên fermî yên hilbijartina başûrê Kurdistanê nehatine eşkerekirin. Li gor agahiyan heta sê çar rojan dê encamên fermî bêne eşkerekirin. Lê li gor encamên ne fermî Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) bi sedî 53'yê dengan bûye yekemîn. Piştî wê Goran bi sedî 22 bûye duyemîn û Yekîtiya Niştimanî Kurdistan (YNK) jî bi sedî 21 bû partiya sêyemîn.
Li Parlemena Başûrê Kurdistanê de 111 mebûs hene û ev dê li gor dengan li partiyan bên belavkirin.


