ŞIRNEX
Nûçegîhanê DÎHA'yê Cuneyt Hacioglû ku li navçeya Qilabana Şirnexê hatibû binçavkirin, hat tewqîfkirin.
Cuneyt Hacioglu li Qilabanê ji bo Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) nûçegîhanî dikir. Berî du rojan polîsar bi ser mala Cuneyt Hacioglû de girtibû û ew girtibûn bin çavan. Hacioglu îro sewkî Edliya Qilabanê kirin, piştî îfadeyên wî girtin Dozgeriyê bi îdîaya "endamê rêxistinê ye" biryara tewqîfikiran wî da.
Li gorî Platforma Piştgiriya bi Rojnamegerên Girtî re, ji 4'ê Tîrmeha 2013'an û vir ve li girtîgehên Tirkiyê 6 jê xwediyên îmtîyazê û midûrên karên nivîsaran, bi giştî 67 rojnamgerên girtî hene. Bi Hacioglû re hejmara rojnamegerên girtî derket 68'an.