___Natalie Perman___
___Werger Ramazan Kaya___
Sala borî, Pirtûkxaneya Bodleian a Zanîngeha Oxfordê mêvandariya nîqaşeke ji gel re vekirî kir. Li ser aliyekî panelekê, bi tîpên mezin û rengê sor "BIŞEWITÎNE" hatibû nivîsandin. Li aliyê din jî "BIWEŞÎNE" dinivîsand. Mêvanên ku hatin pêşangehê, ji bo ku dîtinên xwe nîşan bidin, stîkerên biçûk li cihên taybet danîn. Ev pêşangeha dawî ya ku bi boneya sedsaliya mirina nivîskarê mezin Franz Kafka hatibû lidarxistin, ji dilê kûr ve bersiva daxwaza dawî ya Kafka ji dostê wî û paşê edîtorê wî Max Brod re dida: "Maxê hêja... ez ji te hêvî dikim ku tu hemû rojnivîskên min, destxetên min, nameyên min... bi awayekî tevahî û bêyî ku bên xwendin bişewitînî." Balkêş e ku gelek ji wan kesên ku dengê xwe dan - berevajî helwesta Brod - tercîha xwe ji bo bicîanîna wesiyeta dawî ya Kafka bi kar anîn û gotin ku divê ev nivîs hemû bişewitin.
Pirtûka şeşemîn a romanivîsê navdar ê kurdê Tirkiyê Burhan Sonmez, ku navê wê "Evîndarên Franz K" ye, xwendevanan dibe nav cîhana Berlîna sala 1968'an. Ev pirtûk, ku rastî û xeyalê di paşeroja protestoyên xwendekaran ên li bajarên mezin wekî Berlîn, Stenbol û Parîsê de bi hostatî dihûne, bi lêpirsîna zilamekî ku ji ber kuştina xwendekarekî hatiye girtin dest pê dike. Ev kesê ku di bin gumanan de ye, Ferdy Kaplan e, xortekî ku salên xwe yên ciwaniyê li bajarê Stenbolê di nav rûpelên nivîsên Frans Kafka de derbas kiriye. Hevbehara rihê wî, ku hezkirina wî ya ji bo edebiyatê bi par ve dike jî, evîndara wî Amalya ye, ya ku guman jê tê kirin ku di vê bûyerê de bi wî re hevdest e.
Ev her du dildar, di her sê bajarên mezin de jî, di nava tevgerên radîkal ên xwendekaran de cih girtine û hatine nasîn. Lêbelê, ne wekî ku polîsê lêpirsîner texmîn dike, sedema vê kuştinê ne ji siyasetê tê, lê ji hestyariya parastina mîrateya Franz Kafka tê. "Pîremêrekî ku ji birîna xwe êşiyabû û ji cih û warê bûyerê reviyabû" armanca rastîn a vê qetilê bû: Max Brod. Ferdy di berîkê xwe de xelet kiribû. Em li ser kesê ku bûye qurbanê vê qezayê, ji bilî navê wî Ernest Fischer (ku ev nav îşareteke ber bi nivîskarê Awisturyayî yê pirtûka "Pêwîstiya Hunerê" ve ye), tu agahiyên berfireh nastînin. Ew tenê bûye qurbaneke bêyî guneh di nava vê hezkirina kûr a Ferdy ji bo Kafka de: "Kafka êdî nayê jêbirin ji dîrokê, lê Max Brod... dikare her dem berdêla vê xeletiyê bide".
Vegotina meta-fîksîyonal a Sonmez di navbera nûnerên qanûnê û tawanbaran de Kafka teqlîd dike.
Roman, ku bi piranî wekî lîstikekê tê pêşkêşkirin, ji bûyera lêpirsînê dadgehê ber bi vegêrana helbestî ya ciwaniya Ferdy dirêj dibe, bi wergera lîrîk a Samî Hêzil. Şêwaza metafîksîyonal a Sonmez, di navbera nûnerên qanûnê û tawanbaran de Kafka teqlîd dike: Komîser Muller, ji Ferdy re dibêje "Karê me ev e ku em li dijî tiştên ku hûn ji me re dibêjin tiştan texmîn bikin." Teqlîdkirineke wiha, bi taybetî bi îdîaya çaplûskirina nivîskar re, dikare wekî zêdegavî bê hîskirin: "Franzê me"; "Ew Franzê me ye".
Danpêdana (îtiraf) fîksîyonal a Brod digihîje astên komîk - "Ez êdî xwe wekî Îblîs dibînim... Kafka Xwedayê min bû û min îradeya wî binpê kir" - lê belê Sonmez, bi ramaneke hinekî siviktir li ser jiyana piştî mirinê ya arşîva nivîskarekî, dramayeke yasayî ya ku bi hestiyariyeke zêde tije ye, rizgar dike. Destkarî û pêkoliyên Brod ên di warê edîtoriyê de dibe ku di nav lêkolînên li ser Kafka de ne populer bin, lê ew bingeha serkeftina wî ava dikin. Argumana Ferdy ya der barê safbûna metnê wekî angaşta zarokekî xuya dibe: "Guherandina metnekê tê wateya xirabkirina wê". Dîsa jî dema ku lêkolîner "pirtûkên Max Brod û Franz Kafka vedikolin û wan dinirxînin", rêyeke nû ya navberê di xwesteka komîserê polîs de "ku asoya me ya edebî firehtir û dewlemendtir bike" derdikeve holê û dibe pêşniyara çareseriyekê.
Sonmez, ku berê wekî parêzerê mafên mirovan dixebitî û niha serokê rêxistina PEN'a Navneteweyî ye, di salên 1990î de ji êrîşa polîsên tirk rizgar bûbû. Çend romanên wî, wekî romana "Stenbol Stenbol" ku di sala 2015'an de hatibû weşandin, li ser desthilatdariyên zordar disekinin. Ji ber vê yekê, cihê matmayînê ye ku pirtûka wî ya pêşî ku bi zimanê wî yê zikmakî kurdî hatiye nivîsandin - zimanekî ku ji aliyê hikumetên cur bi cur ên Tirkiyeyê ve demeke dirêj hatiye tepeser kirin - ne bi awakî eşkere siyasî ye, lê li pey mijareke edebî diçe. Têgeha "Kafkaesk" li vir ne rexneyeke li dijî pergaleke zordar e, lê tewşî û romantîzma Kafka ye ku pirî caran tê jibîrkirin; dengvedana nameyên evînê yên Kafka di nameyên ku Ferdy û Amalya ji hev re dişînin de jî heye.
Ferdy, di vê pirtûkê de du caran çîroka Kafka û keçikeke ciwan a ku bûka xwe ya lîstikê winda kiriye vediguhêze, lê her car bi dawiyeke cuda. Ev ji nû ve nivîsandina heman çîrokê ya bi encamên cuda, dibe rexneyek li ser avahiya meta-fîksîyonal a romanê û xwezaya bêşikil û netemamkirî ya belgename û nivîsên Kafka yên ku piştî wî mane. Sonmez, bi zimanekî şûx û rihekî henekdar, sînorên cîhana edebî ya Kafka berfirehtir dike, û bi ceribandinek edebî xwendevanan teşwîq dike ku ew ji nû ve berhemên netemamkirî yên qehremanên xwe di hişê xwe de ava bikin.
Lovers of Franz K
Burhan Sönmez, Wergera ji Kurdî bo Îngilîzî: Sami Hêzil
Open Borders Press £12.99/Other Press $22, 112 rûpel