Diyarname
Helbestvanê navdar Şêrko Bêkes roja 4'ê mehê li Stockholmê wefat kir. KCK'ê ji bo wefata Bêkes peyameke weşand û bang li kurdan kir ku xwedî li Bêkes derkevin û bi awayekî girseyî oxir lê bikin.
Helbestvanê navdar Şêrko Bêkes ev dora sê mehan e li Stockholmê dihat dermankirin lê dun (4'ê gelawêjê) êdî nikare ber xwe bide û xatir xwest. Bêkes ji ber şêrpenceyê jiyana xwe ji dest da.
Helbestvan Şêrko Bêkes wekî kurê helbestvanê navdar Faîk Bêkes di 2'yê gulana 1940'î de li Silêmanî hat dinê. Wî xwendina xwe ya bingehîn û navîn li Silêmanî û Bexdayê temam kir.
Yekem pirtûka wî di sala 1968'an de bi navê "Terîfey" derket û heta îro bi ser 20'î re pirtûkên wî hatine weşandin.
Bêkes di navbera salên 1965-1987'an de pêşmergetî jî kiriye û di heman demê de, di radyoya bi navê Dengê Şoreşê de jî xebitiye.
Wî, di serê sala 1970'î de di nava tevgera "Ruwange" de cîh girt ku ev tevger ji bo helbesta kurdî rêyek nû dabû ber xwe. Ev Ruwange ku helbesta nûjen ji xwe re kiribû armanc di heman demê de kovarek bi heman navî jî derxist.
Şêrko Bêkes ku hin tekstên şanoyên kurdî jî nivîsandibûn di na jiyana xwe de hin xelat jî gritibûn. Yek ji wan di sala 1987'an de PEN-klûba Swêdê xelata Tucholsky da wî. Di 2001'ê de jî li Silêmanî ji Navenda Kultirî xelata Pîremêrd girt.
Helbestên wî heta niha tirkî, swêdî, fransizî, erebî, îngilîz û yewnanî jî têde li gelek zimanan hatin wergerandin.
Bêkes di sala 1991'ê de bi avabûna Parlemena Başûrê Kurdistanê re bû Wezîrê Çandê
Şêrko Bêkes roja 04.08.2013'yan da xatirê xwe xwest.


