Diyarname
Li Silopiya Şirnexê û li Sêrtê ji bo Serê Salê çalakiya pîrozbahiyê hatin li dar xistin.
SILOPÎ
Li Navenda Ziman, Çand û Hunerê ya Eyşe Şanê ku di bin baneya Şeredariya Silopiyayê de xebatê dike, li eywana awahiya xwe bi bernameyekê serê salê pîroz kir. Şagirt, perwerdekar û xebatkarên saziyê, rêveberên DEM Partiyê û parlamenterê DEM Partî yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez û gelek kes tevlî bernameyê bûn.
Bername bi lîstina şanoyê destpê kir û hemû bername li gor şanoyê berdewam kirin. Di şanoyê de, stran û helbest hatin gotin. Hemû şagirtên saziyê, bi stran û helbestên xwe di nava şanoyê de cih girtin.
SÊRT
Li Sêrtê jî bi hevkariya BOTAN-DER'ê (Komeleya Lêkolîn, Çand û Ziman a Botanê) û Şaredariya Sertê pîrozbahiya Serê Salê li dar ket. Çalakî li taxên Çakmak û Conkbayir li dan ketin. Ligel zarokan lîstik hatin lîstin û diyarî dan zarokan. Çalakiyên pîrozbahiyê bi govend gerandinê bi dawî bûn.

QOSER
Li Qosera Mêrdînê jî çalakiya Serê Salê li Komeleya Huner û Çandê ya Mezopotamyayê li dar ket. Pêşî lîstika şanoyê ya zarokan hat lîstin, düre koma folklorê ya zarokan govend gerandin û koroya zarokan stran strîn. Herî dawî çalakî bi konsera Koma Avesta bi dawî bû.
(Fotoyê pêşî ji AW, ya duyem ji MA'yê hatiye girtin)
**
Nûçeya eleqedar:


