Diyarname
Di ponela "100 saliya Meşrutiyetê de serpêhatiya demokrasiya Tirkiyeyê" de Prof. Dr. Mehmet Altan got: "Bêyî bikevin navbera dudiliya şerîet-laîkî pêdivî bi Komareke demokratîk heye."
Enstîtuya Risale-i Nur di navbera 21-30'yê mehê de Hefteya Bedîûzeman li dar xist. Ew ji bo Bediuzeman qet nabêjin Saîdê Kurdî, ji bo Bedîûzeman navê Saîdê Nûrsî bikar tînin. Di van çalakiyan de jî ev nav bikar anîn. Di vê çarçoveyê çalakiya dawî paneleke bi navê "100 saliya Meşrutiyetê de serpêhatiya demokrasiya Tirkiyeyê" bû. Xwediyê Rojnameya Yeni Asya Mehmet Kutlular axaftina destpê kir û got; "Em tişteke muhîm dibînin ku hewla Bedîûzeman a ji bo demoksariyê derxin pêş."
Di salona Lutfu Kirdar de gotinên Seîdê Kurdî hatibûn li dar xistin. Di panela ku ji aliyê parêzer Kadir Akbaş ve hate bi rê ve birin de Prof. Dr. Mehmet Altan, Prof. Dr Atilla Yayla, Prof. Dr. Dogu Ergil, Dr. Cengiz Aktar, Rojnameger-Nivîskar Kâzim Guleçyuz li ser Bedîûzeman, li ser Meşrûtiyet û demokrasiyê dîtinên xwe anîn ziman:
Prof. Dr. Mehmet Altan: Di navbera rojeva 1908 û ya niha de ferq nîn e. Em ji bingeha ku kes, mirov, hemwelatî derdixe pêş nayên. Ji ber vê yekê em her ji aliyê yên ku li jor in, ji seray, ji aliyên li ser çavkaniyê ne hatine bi rê ve birin. Ji ber vê yekê me Tirkiyeyeke demokratîk û bi hiqûq ava nekir.
Bi Tirkiyeyeke demokratîk, a ku hurmetê dide mafên mirovan dê rewş normal bibe. Di serî de çareserkirina pirsgirêka kurd tê. Statukoya ku naxwaze pirsgirêka kurd çareser bibe heye. Dema ji bo çareserî gav têne avêtin ev statuko dîn dibe.
Bêyî em bikevin navbera dudiliya şerîet-laîkî pêdivî bi Komareke demokratîk heye. Ev dê bi peymana mafên bingehîn pêk bê.
Dr. Cengiz Aktar: Ji bo fêmkirina 1908 divê em vegerin bi ser 1808 de. Osmanî ji bo ewlehû parastina dewletê ji bo rojavayîbûnê gav avêtine, reform kirine ne ji bo kes û civakê. 1908 encama vê pêvajoyê ye. Piştî 1908'an ji bo Tirkiyeyê serdema Yekîtiya Ewropayê (YE) tê. Ger hûn pêşî li pêvajoya YE'yê bigirin dê berê xwe bide weji ber ku mirov êdî bi demokarsî û hiqûqê dizanin.
AKP'ê pêvajoya YE'yê sistkir. Xwedê aqil û fikir bide rêveberên AKP'ê. Pêvajoya YE'yê ne pêvajoyeke de jê bê berdan, yan biçûk bê nîşandayîn. Dema ev pêvajo sist bû pirsgirêk derketin. Hukumet divê ji bo vê pêvajoyê îradeya xwe nîşan bide. Di bin sîwana YE'yê de nasnameyên jêrîn dikarin bijîn.
Rojnameger-Nivîskar Kazim Guleçyuz: Bedîûzeman ne li dijî Komarê bû. Di dadgeha li Eskîşehîrê de wî diyar kiriye ku ew oldareki komarparêz e. Bedîûzeman niha bijiya dê ji bo YE'yê tişt bigota û ew biparasta.
Prof. Dr. Dogu Ergil: 100 sal in em hêviya Komareke demokratîk dikin.
Demokrasî hemwelatiyeke ji çîna diduyan çênake. Ger rejimeke hemwelatiyên çîna diduyan derxe ew ne demokrasî ye.
Hetaniha 24 partî hatin girtin, niha du partiyên ku girsiyeke mezin temsîl dikin doza girtinê li wan hatiye vekirin. Em wan davêjin derveyî siyasetê. Ev cudaxwazî ye. Bêşik partî mecbûr in li gor zagonan tevbigerin. Lê pêşî em bibin dewleteke hiqûqî, paşê em cezaya ku ew li gor zagonan tevnagerin bidin wan.
Ez her bala xwe didim mirov di trafîkê de dema lembeya sor pêketîbe derbas dibin, bi ser hev de diqîrin. Civakeke ku hîn nebe di dema pêketina lembeya sor de bisekine û pêketina lembeya kesk de derbas bibe ew nikare hiqûqê saz bike.
Prof. Dr. Atilla Yayla: Li Tirkiyeyê her tişt ji sisêyan yek tê jiyîn. Tirkiye ji sisêyan yek totalîter e. Rejim totalîter e. Tirkiye welatekî totalîter e. Lê di heman demê de Tirkiye welatekî demokratîk e ji ber ku ev 50 sal in hilbijartin pêk tên.
Dema em li zagona bingehîn dinêrin zagoneke bi pirsgirêk heye. Pêdivî bi zagoneke bingehîn a sivîl heye. Xebata AKP'ê ya zagona bingehîn jî ne lîberal e, min tatmîn nake.