Amed
Diya siyasetmedar Hatip Dicle Mubeccel Dicle ev demek dirêj bû ji ber qansêra pişikê li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê dihat derman kirin vê sibê wefat kir.
Cenazeya Mebeccel Dicle îro li Goristana Deriyê Mêrdinê dê bê veşartin.
Siyasetmedar Hatip Dicle ji doza KCK'ê niha girtiye.
Ji BDP'ê peyama sersaxiyê
BDP'ê li ser wefata Mubeccel Dicle peyameke weşand û got: "Windakirina dayikek yek ji êşên herî giran e. Em wekî hevalên wî yên têkoşînê êşa giran a Birêz Hatip Dicle parve dikin û sersaxiyê dixwazin. Mubeccel Dicle ku di vê meha mibarek de ji nava me bar kir, em hêvÎ dikin dê cihê wê bihuşt be."


