Di 'Dîwar'a nû de ji gelek aliyan ve 'Çîrok'
Diyarname
Hejmara nû ya kovara Dîwar derket. Kovarê di hejmara xwe ya 6'an de li gelek aliyan ve li ser çîroka kurdî sekiniye.
Kovara Dîwar ku serê salê dest pê kiribû hejmara xwe ya pûþperê ragihand ber destê xwendevanên xwe. Kovar ku di her hejmara xwe de li ser mijareke sereke disekine vê carê nêzî temamê rûpelan ji bo çîroka kurdî veqetandiye. Nivîsên nirxandinî li ser çîroka kurdî, çîrokên bi kurdî û hevpeyvînek li ser çîrokê di nav mijara sereke de cih girtiye. Çîroka bakur, rojava, bakur ji aliyê nivîskaran ve hatiye nirxandin.
Roþan Lezgîn, Zana Omer, Eta Nehayî, Narîn Omer, Fahrî Ayhan, Newaf Mîro, Azad Dilwar, Mehmet Þarman, Luqman Silêman û Mehmet Yildirim Çakar bi nivîsên xwe di nav mijara sereke de cih girtine.
Her wiha girêdayî mijara sereke bi çîroknivîs û romanivîs Hesenê Metê re hevpeyvîneke hatiye kirin. Her wiha wekî hemû hejmarên din, di vê hejmarê de jî gotar û nivîsên li ser wêje û çanda kurdî cih digirin.
Nivîskar Çiya Mazî li ser çanda aþiqan yan jî mitirban û Hesen Dewrêþ li ser bêzimaniya ketiyan nivîsandine. Di beþa wergerê de Cewad Pale çend nimûne ji berhemên hostayê wêjeya farisî Ehmed Þamlû wergerandine kurdî. Ji bo portreya mehê jî dîsa bi çîrokê re eleqedar portreya çîroknivîsarê kurd Yaqob Tilermenî hatiye hilbijartin û weþandin.
***
Ji bo abonetî û hemû pirsên we yên din: