Diyarname
Enstîtuya Kurdî ya Berlînê pêşbaziya çîrokan li dan dixe. Yên bixwazin dikarin heta 30'ê adarê serîlêdana xwe bikin.
Enstîtuya Kurdî ya Berlînê yekem car pêşbaziya çîrokan daye dest pê kirin. Enstîtuyê sedema pêşbaziyê wisa aniye ziman, "Ji bo bernemên nû bidin cihana wêjeya kurdî yekem pêşbaziya çîrokan lidar dixin. Pêşbaziya me ya 2025'an wê diyariya nirxdarê wêjeya kurdî Fewzî Ozmen be."
Yên beşdar bibin divê bi du çîrokan beşdar bibin ku herî her çîrok gere 4 rûpel, herî dirêj divê 10 rûpel bin.
Ji bo yekemînî 750, ji bo duyemî 500 û ji bo sêyemînî 250 Euro wekî xelat dê bê dayîn.
Di pêşbaziya ku endamên juriyê Yildiz Çakar, Davut Yeşilmen û H. Kovan Baqî ne, roja dawî ya serîlêdanê 30'ê adara 2025'an e.
Ji bo têkilî:
pesbirkcirok2025@gmail.com


