Diyarname
Li Baroyên Stenbol û Îzmîrê ji bo serokatiya baroyan hilbijartin hebû. Di 144 salên Baroya Stenbolê de yekem car jinek bû serok: Parêzer Filiz Saraç
BAROYA STENBOLÊ
Li Baroya Stenbolê ji serê sibê de dengdanê dest pê kir û ber êvarkî rewş zelal bû. Ev kongreya 52’yemîn a baroyê bû.
Endamên OHD (Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê) û endamên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) bi stranên kurdî govend gerandin û diruşma Jin Jiyan Azadî bilind kirin.
Li salonê dovîzên ku wêneyên Serokê Baroya Amedê Tahir Elçiyê hat kuştin û Ebru Timtika ku ji bo darizandina adilane di çalakiya rojiya mirinê de miribû li ser bûn hatin daliqandin.
Li aliyê din li salona ku deng dihat dayîn Baroya Stenbolê pankarta “Em Geziyê Diparêzin” daliqand.
Berendama Onca Îlke Çagdaş Avukatlar Gurubu parêzer Filiz Saraç bi girtina 7 hezar û 96 dengan bû Serokta Baroya Stenbolê.
Parêzer Saraç ku ji bo serokatî hat hilbijartin di axaftina xwe ya sipasiyê de got, “Di dema ku em dikevin 100 saliya Komara me de, di 144 salên baroya me de ez serbilind im ku wekî yekem jina seroka baroyê hatim hilbijartin. Ji bo vê ez sipasiya Baroya Me ya Stenbolê dikim. Bi xêrê serketinên Ataturk û Komarê min îro ev rûmet bi dest xist.”
Piştî Saraç, dengên herî zêde berendamê Once Îlke Çagdaş Avukatlar Gurubu Yukseliş Hareketi parêzer Hasan Kiliç 6 hezar û 425 deng girtin û bû duyemîn. OHD (Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê) piştgirî didan Kiliç.
BAROYA ÎZMÎRÊ
Li Baroya Îzmîrê jî hilbijartin li dar ket. Di axaftinên duh de parêzera OHD’ê ji ber diruşma Jin Jiyan Azadî ya bi kurdî bilind kiribû rastî êrîşê hatibû. Dengdan îro çêbû û berendamê Çagdaş Avukatlar Grubu Sefa Yilmaz bi 3 hezar û 369 dengan bû Serokê Baroya Îzmîrê. Piştî wî berendamê Avukat Haklari Grubu parêzer Huseyin Karakoç bi 1529 dengan bû duyemîn.
Serokê baroyê yê nû parêzer Yilmaz di axaftina xwe ya sipasiyê de got ku ewê mafê hempîşeyên xwe biparêzin û got, “Yên ku bi me bawer bûne, yên ku deng dane jî nedane jî ez sipasiya wan dikim. Hilbijartina Baroya Îzmîrê nîşan da ku zimanê nefretê tu demê nayê qebûlkirin. Yên ku zimanê nefretê bikar anîn têk çûn.”
***
Nûçeya Eleqedar:
- Li Kongreya Baroya Îzmîrê êrîşê kurdî kirin
- Serokên 5 baroyan hatin hilbijartin
- Serokên Baroyên bajarên kurdan hatin hilbijartin