Diyarname
Kovara 'Kurt Tarihi' di hejmara xwe de belgeyên ji arşîva yewnana ya li ser xweseriya ji bo kurdan weşandiye. Li gor belgeyê kemalîst ji bo "Xweseriya Kurdan a ji aliyê îdarî ve hemfikir in".
Kovara Kurt Tarihi du mehan carekê bi tirkî derdikeve. Kovarê niha hejmara xwe ya 6'an a avrêl û gulanê derxist. Kovar ku di her hejmarê de dosyayeke amade dike dosyaya xwe ya vê hejmarê li ser "CHP û Kurd"an amade kiriye ku qesta ji CHP'ê, CHP'ya kevn e. Nivîsa "Di belgeyên yewnanan de xweseriya ji bo kurdan" jî ku Murat Issi (Ji Zanîngeha Panteior) ve hatiye nivîsandin, di vê dosyayê de hatiye weşandin.
Belgeyên ji arşîva dewleta Yewnanistanê hatine girtin ji çend aliyan ve li ser meseleyê disekine. Aliyeke wê Kurd Mistefa Paşa telgirafê ji bo Hikumeta Enqereyê dişîne û daxwazan dike, aliyê din ê nivîsê jî helwesta hikumeta Enqereyê ye. Kovarê wisa nivîsiye: "Ji aliyê îdarî ve di warê xweseriya kurdan de hemfikir in (qala pejirandina Kemalîstan a vê xalê dike). Hemû wilayetên ku kurd lê dijîn dê bibin yek û ji aliyê waliyekî giştî (tirk) û cîgirê walî (kurd) ve bêne birêvebirin. Waliyê giştî yê Kurdistanê dê bi pêşniyara hikumeta Enqereyê ji aliyê Meclisa Gel ve bê peywirdarkirin. Cîgerê Walî jî dê ji aliyê Meclisa Nûnerên Kurdan ve bê hilbijartin û peywira her duyan jî dê li gor xweseriya ku hatiye diyarkirin 5 salan be. Piştî 5 salan li nav sînorên herêma xweser dê referandûmeke li dar bikeve. Yan dê xweseriya heyî bidome, ger bê xwestin dê serxwebûna kurdan bê qebûlkirin."
Ercan Çaglayan li ser "CHP û Kurd (1923-1950)" nivîsa xwe nivîsandiye û dibêje: "CHP, li herêmê pêşî dibistanê seretayî, mecanî û dibistanên ji bo keçikan vekirine û bi vê yekê hêvî kiriye ku zarokên kurdan bibin tirk."
Yek ji nivîsên di dosyayê de ya Mehmet Bayrak e ku wî jî meseleya "Giştînameya Tirkkirinê ya Veşarî ya Şukru Kaya". Wisa dibêje Bayrak: "Bi belgeyên ku derketine holê em dibînin ku Şukru Kaya di asta yekemîn de sazkarê polîtîkayên sirgûnkirin, asîmîlasyon û bi awayekî fizîkî tunekirinê ye."
Her wiha di dosyayê de çend nivîsên din ê balkêş de hene ku sernavên wan jî bi vî rengî ye: "Giştînameya ku di sala 1930'î de ji walîtiyan re hatiye şandin", "Kemalîzm, oryantalîzm û kurd", "Operasyona Koçgirî û Meseleya Komûsiyona Tahkîkatê".
Ji bilî dosyayê hin nivîsên din ên balkêş jî hene di kovarê de. Nivîsa Rohat Alakom a bi navê "Di rojnmeya herî kevn a Swêdê de dawiya Mîrê Rewandûzê" yek ji wan e. Prof. Kadri Yildirim jî li ser "Di serdema Eyyûbiyan de pergale ragihandinê" nivîsa xwe pêşkêş kiriye.
Ji bilî van hin nivîsên din ên li ser dîroka kurdan jî di nav rûpelên kovarê de cih girtine.
Hevpeyvîan vê mehê bi Îsmaîl Beşîkçî re hatiye kirin. Edîtorê kovarê Mesut Yegen bi Beşîkçî re axiviye û li ser meseleya Dêrsimê hatiye sekinîn.
Ji bo kesên eleqedar agahiyên kovarê:
kurttarihi@yahoo.com
0532 173 25 09
www.kurttarihi.org
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


