Diyarname
Tam 50 sal berê, roja 8’ê pûşpera 1972’yan de balafiran bombeyên kîmyewî bi ser Trang Bang a Başûrê Wîetnamê de barandin. Wêneyeke wê demê hatibû kişandin û gelek kes direviyan. Di wêneyekê de ligel kesên din keçikeke tazî û birîndar jî hebû ku direviya. Ew keçika navê wê Phan Thi Kim Phuc bû piştî 50 salan bi lazerê hat dermankirin.
Wê çaxê ew 9 salî bû. Di bedenê wê de birînên kûr û birînên ji şewatê hebûn. Ew wê çaxê salek li nexweşxaneyê mabû û 17 caran hatibû emeliyetkirin.
Lê êşên wê tam nekewiya bûn, xetên şewatê li bedena wê hen xuya bûn. Kim Phuc ji bo carek din dermankirinê ev nêzî saleke bû li Klînîka Dermotolojî û Enstîtuya Lazerê ya li Miami ya DYA’yê bû. Ew li wê derê bi lazerê dihat derman kirin û niha ev gav jî temam bû. Seansa 12’an ku seansa dawî bû di nava vê hefteyê de hat kirin û dermankirina bi lazerê bi dawî bû.
The Guardianê ragihand ku wê gotiye ku ew ji bo her kesî hezkirin, hêviyê dixwaze û her kes bi vî awayî bijî dê qet pêdivî bi şeran nebe. Li gor nûçeyê, Kim Phuc di demên borî de gotibû ku demek dirêj ji wê fotoyê nefret kiribû, ji ber ku tazî bû şerm dikir û carinan fikiriye ku întîxar jî bike.
Keçika mexdûra şer Phuc di sala 1990”î de li Kanadayê bi cih bûbû û weqfeke bi navê Weqfa Alîkariyê ya Kim avakiribû, bi vê weqfê alîkariya zarokên mexdûrên şer dikir.
Li aliyê din hêjayî gotiye ku rojnameger Nick Ut ku wêneyê wê keçikê kişandibû bi vî wêneyî Xelata Pulitzerê girtibû. Ut piştî wêne kişandibû keçik biribû nexweşxaneyê.
The Guardianê gotinên wê ji CBS neqil kirine ku wê, meha borî di hevpeyvîneke ligel CBS’ê de wisa gotibû, “Ez êdî ne mexdûra şer im. Ez keseke me ku ji şer rizgar bûme. 50 sal berê ez qurbaniyeke şer bûm. Piştî 50 salan ez dostek, alîkarxwazek, dayikek, pîrek û keseke me ku her banga aştiyê dikim.”
(Foto ji vîdyoya CBS hatiye girtin)