Stenbol
Di mehên rêbendan-reşemî-adarê de jê 15 rojnameger 103 ji ber Zagona Têkoşîna bi Terorê re derketin pêşberî dadger.
Maseya Raçavkirina Çapemeniyê ya Tora Ragihandina Serbixwe (BÎA) di 2'yê gulanê de raporeke weşand. Li gor raporê ji ber Zagona Têkoşîna bi Terorê re (TMY) kesên der barê wan de doz tê vekirin û derdikevin pêşberî dadgehê zêde bûn.
Bi cezaxwarina nûçegihanê kovara Ekspressê Hamza Aktan* re ev pirsgirêk careke din derket rojekê.
Li gor nûçeya BÎAnetê ya Erol Onderoglu ji 103 kesên di van sê mehan de derketine pêşberî dadgehê 15 jê rojnameger in.
Nûçe van kîteyan pêşkêş dike:
- Rojnameya Azadiya Welat du meh cezaya girtinê girt.
- Ji Birgun'ê Hakan Tahmaz, ji Gunluk'ê Veysi Sarisozen, ji Radikal'ê Rifat Başaran û ji Milliyet'ê Namik Durukan bi daxwaza cezaya hepsê hatin darizandin.
- Ji bo 6 kesan (Vedat Kurşun, Murat Kolca, İrfan Dundar, Firat Aydınkaya, Ozan Kilinç û Fehmi Kiliç) ji ber TMY'ê bi giştî 28 sal û 5 meh cezaya hepsê û 16 bin 660 TL cezaya pereyan hate dayîn
- Di sala 2009'an de tenê 4 sal û 8 meh cezaya hepsê hatibû birîn.


