Diyarname
Roja 2'yê mehê wekî Roja Rojava ya Dinyayê hatiye ragihandin. Roja 2'yê mehê, yanê roja şemiyê li her çar aliyên dinyayê dê mirov ji bo Rojava dakevin qadan û li dijî êrîşa dewleta tirk dengê xwe bilind bike. Hunermendên kurd jî bi vîdyoyên belav kirin dengê
xwe bilind kirin û xwestin gel vê rojê dakeve qadan.Tara Caf, Xelîl Xemgîn, Şivan Perwer, Ciwan Haco, Diyar, Ferhat Tunç, Alî Jiyan, Armanc, Şerîfo jî di nav de gelek hunermendên kurd bi vîdyoyên parve kirin banga piştgiriyê kirin.


