Diyarname
Roja 17'ê mehê bi dehan navçe û bajaran Newroz lê hate pîrozkirin. Vane ew der:
Li Çewlîk, Mêrdîn, Midyad, Entab, Farqîn, Karaz, Kolik, Zerban, Curnê Reş, Erzîngan, Mehsert, Pirsûs, Dêrsim, Qileban, Elk,Basa, Tûtax, Patnos, Norşîn, Wêranşar, Serêkanî bi beşdariya deh hezaran kesî Newroz bi coş hat pîroz kirin.
Li Egeyê, li Îzmîr bi beşdariyeke mezin mîtînga Newrozê hat li dar xistin.
Li Mêrsînê li Qada Tirmil a li taxa Ozgurlukê ya navçeya Akdenîzê mîtîng hate li dar xistin. Qada Newrozê bi rengên kesk, sor û zer hate xemilandin. Li qadê gelek kesên ji aliyê BDP'ê ve hatin peywirdarkirin tedbîr girtin. Agirê Newrozê ji aliyê Parlementerê BDP'ê Ertugrul Kurkçu, Şaredarê Akdenîzê Fazil Turk, xwişka ji pêşengên PKK'ê Mazlûm Dogan Arîfe Yildirim Dogan, dayikên aştiyê û gelek kesên din ve hate hilkirin.
Li Edeneyê jî li Duryana Karasu ya taxa Daglioglu ya navçeya Seyhanê bi beşdariya deh hezaran kesî Newroz hat pîrozkirin.
Li Anatoliyê jî li bajarên wekî Enqere, Kirşehîr, Eskîşehîr û Konyayê bi deh hezaran kesan agirê Newrozê bilind kir.
Li hin cihan êrîş hat kirin
Li Stenbol, Sakarya û Kocaeliyê girseya ku ji pîrozbahiyên Newrozê vegeriya faşîstan bi kevir, dar û kêran êrîş kir. Di encama êrîşand de 3 jê giran gelek kes birîndar bûn.
Girseya ku li Qada Kazliçeşmeya Stenbolê Newroz pîroz kir û belav bû, komên faşîst bi kêran êrîş kir: 6 kesên navên wan nehatin zanîn birîndar bûn. 2 kesên rewşa wan giran rakirin Nexweşxaneya Avrasya ya Zeytînbûrnûyê, yek birin Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Çapayê, 3 jî rakirin Nexweşxaneya Nexweşên Sing ya Yedîkuleyê.
Li Sakaryayê jî girseya ku ji Newrozê belav bû rastî êrîşa bi kevir û daran hatin. Hat diyarkirin ku ji birîndaran rewşa Halîl Katak giran e. Hat gotin ku ji birîndaran Ozkan Yilmaz, Gokhan Yilmaz, Suna Oztan, Kamûran Yildiz, Recep Yokyazi, Nacî Bozkurt li nexweşxaneyan tên dermankirin.
Kesê bi navê Îrfan dema ku ji pîrozbahiya Newrozê ya Kocaeliyê ber bi navenda bajar ve diçû, rastî êrîşa bi kêr ya komekê hat. Kesê navborî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kocaelî û rewşa wî baş e.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Demirtaş: Em mafê xwe dixwazin, ne yê kesek din
- Newroza Stenbolê silav li Rojava kir


