Diyarname
Kurdên Rojava ku bi hemû derfetên xwe ber xwe didin, ew bi xwe tangên xwe çêdikin.
Li Sûriyê di destê Esed de gelek tang û top, balafir hene. Di destên hêzên muxalif de gelek îmkanên şer hene ku li pişta wan gelek dewlet hene. Di destê hêzên tundiraw de jî heman tiştek hene. Lê di destê kurdan de? Kurd ji hemû aliyan cudatir bi îmkanên hindik şerê herî mezin didin. YPG ku çekên xwe bi xwe temîn dike, tangên xwe jî bi xwe çêdike.
YPG'ê ji qamyonan tang çêkirine û bi van şer dike. Ev tang di eniya herî pêş de şer dikin, di heman demê de dema birîndarin çêbikin jî rola ambûlasan dilîzin.
Pisporên leşkerî yên YPG'ê li ser çêkirina van dixebitin, dora qamyonan bi pola û hesin dipêçin û têne bikaranîn.
DÎHA'yê wêneyê van tangan kişand û pêşkêşî dinyayê kir.
Vaye tangên kurdan...


