Stenbol
Li Qada Gazîosmanpaşa ya Stenbolê, standa îmzeyan a ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat vekirin lê hin kesan bi çek êrîşê kesên li ber standê kirin: 3 birîndar hene.
Ev demeke li gelek bajaran HDP'yî ji bo azadiya Ocalan standên îmzeyan vedikin. Yek ji van standan îro li Gazîosmanpaşaya Stenbolê hate vekirin. Lê komek nijadperestan ku li dor 30-40 kesî bûn êrîşê standê û berpirsên li ber kirin.
Êrîşa ku bi gotina "tekbîr" hat kirin, 10-15 HDP'yiyên li standê rastî lêdanê hatin. Koma nîjadperest stant belav kir, yekî ji wan bi çeka di destê xwe de 3-4 caran gule berda HDP'yiyan.
Nîjadperestên li wezîfedarên standê dan, çeka ku di êrîşê de bikar anîn li cihê bûyerê hiştin û reviyan.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin kesên bi navê Omer Delîbaş, Cavît Ûmût û Mehmet Karadag birîndar bûn. Omer Delîbaş ê di nava xwînê de ma, ji aliyê hevalên xwe ve rakirin Servîsa Lezgîn a Nexweşxaneya Şafak a Taybet. Hat ragihandin ku rewşa Delîbaş a tenduristiyê xeter e.
Karkerê teqawît ê ji SYKP Cavît Ûmût jî bi guleya li zikê wî ket, birîndar bû. Birîndarê din Mehmet Karadag ku ji zendê xwe birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Taybat a Gaziosmanpaşayê.


