Amed
Li Amedê qanûna ku pêşniyar kir bi navê ‘Zanîngeha Selahaddîn Eyyûbî’ zanîngeha weqfê bê avakirin, di rojnameya fermî de hate weşandin.
Li gorî guherîna di Qanûna Derbarê Guherîna Qanûna Teşkîlata Saziyên Hîndekariya Bilind a Hejmara 6414’an de, li Amedê ji aliyê Weqfa Tenduristî, Çandî, Perwerdeya Îlahiyatê ve zanîngeha weqfê ya bi navê ‘Selahaddîn Eyyubî' dê bê avakirin.
Zanîngeh dê ji zanistên îdarî û îqtîsadî, endezyarî û mîmarî, îlahiyat û zanistên tenduristiyê, zanistên civakî, zanistên fenê, enstîtuya tenduristî û dibistina bilind bê avakirin. Di bin banê zanîngehê de dê ‘Enstîtuya Zimanên Herêmî’ jî bê avakirin.
Avahiya DSÎ ku beşek jê hatiye valakirin dê wekî navenda zanîngehê bê bikaranîn. Ji bo kampusa zanîngehê li Baglarê erazî hatiye terxankirin lê rayedarên Şaredariya Baglarê ji ber ku mercên wan ne guncan bû serîlêdana zanîngehê qebûl nekiribû.


