Amadekirin û ji farsî: Rizgar Elegez
a. Jîyannameya Ebdullah Goran (1906-1962):
Ebdullah Beg kurê Silêman Begê kurê Ebdullah Beg di sala 1906’an de li Helebçeyê hatiye dinyayê. Eslê wan xelqê bajarê Merîwanê ne, lê belê kalikên wî ji wir koç kirin, ji bo debar û jiyana xwe û malbata xwe çûne li Helebçeyê cîwar bûne. Wexta ku wî helbest nivîsî mexlasa “Goran” bikar anî. Ew mexlas navê yek ji êlên kurdan ên mezin e.
Di dema zarokatiya xwe de li cem bavê xwe, Silêman Beg ku wekî Silêman Begê katib navdar bû, Qur’an û kitêbên seretayî xwend. Piştî wan, li hucreya mescida Paşa li Helebçeyê bû xwendekar. Ders û kitabên hucreyê ên wê demê pirraniya wan temam kir, lê belê wexta di sala 1919’an de Helebçe ji hêla îngîlîzan ve hat dagirkirin, neçar ji Helebçeyê koçî “Biyare” kirin, piştî demekî dîsa vegeriyane Helebçeyê û di wê demê de bavê xwe jî ji dest da. Piştî van, wî li dibistanên nû ên wê demê xwendina xwe dewam kir. Piştî xelasbûna dewra navîn ji ber mirina birayê xwe neçar bi kurê xalê xwe, Ebdulvahid Nûrî re çû dibistana ilmîye a Kerkûkê.
Piştî temam kirina perwerdeyê li nav karê perwerde û hîndekariyê şixulê dersdariyê peyda dike, li gelek gundên li dor û berê Helebçeyê wekî mamoste kar re mijûl dibe. Lê di sala 1937’an de bi karên wekî fenî û rêsazî re mijûl bû.
Ji sala 1942 heta 1944'an bi du dostên xwe re li rawestgeha radyoya şerq a nêzîkê bajarê Yafa li Filîstîn bi çalakiyên cur bi cur ên ferhengî re ket. Sala 1944 ji ber muşkilatên darayî ku ew tengezarî kiribûn du sal ket girtîgehê.
Piştî ku ji zindanê azad bû di sala 1952’yan de dizivire Silêmanî wekî serkarê rojnameya “Jîn” dikeve nav kar.
Malbata “Pîremêrd” ku piştî mirina “ Pîrmêrd” ew şaire xwedî îmtîyaza rojnameya Jîn, ji ber ramanên Marksîstî û fikrên azadîxwaziyê di sala 1954'an de ji wî lêborîn xwestin û ji dewam kirina kar bi wî re jê vedikişin. Ji ber çalakiyên siyasî û rewşenbîriya wî di heman sala 1954’an de tê girtin û li bajarên Silêmanî, Kerkûk, Kut, Be’qûbe (Diyala) û Nugire Selman zindan dibe.
Di sala 1956’an de ji zindanê azad dibe û demekî li Bexdayê bi dewam kirina çalakiyên xwe ên siyasî re dikeve.
Li Zanîngeha Bexdayê dersê dide
Dîsa di heman salê de careke din tê girtin û dadgeha Kerkûkê wî ji bo sê salan mehkûmê hepsê dike. Piştî derbeya leşkerî a sala 1957'an bi girtiyên siyasî ên din ve ji zindanê azad dibe û bi rêzdarî û pêşwazî vedigere Silêmaniyê. Li Silêmaniyê li kovara “Şefeq” ku ji Kerkûk vediguhêzîne Silêmanîyê bi navê “Beyan” (berbang) diweşe li wir dikeve kar. Di heman salan de bi heyetên fermî ên Iraqê de diçe welatên wekî Rusya, Çîn û Koreya Bakûr sefer dike û li wan welatan hevdîtinan dike.
Di sala 1960'î de wekî Mamostayê Edebiyata Kurdî li Zankoya Edebiyata Kurdî a Zanîngeha Bexdayê dersê dide û ber de jî li rojnameya “Azadî” wekî endamê ji konseya nivîskaran bi çalakiyên edebî û sîyasî re dikeve. Sala 1962'yan bi penceşêra mîdeyê du çar dibe û wî ji bo derman kirinê dişînin Moskovê. Li Moskovê ji bo xebat û çalakiyên nav komîsyona Kurdolojîyê beşa Rojhilatnasîyê Akademîya Zanistên Kevnare a Petersbûrgê, pêşnîyar lê tên kirin lê belê ji ber giranbûna nexweşiya xwe, ji wê xebata wê komîsyonê dest dikişîne û vedigere Silêmaniyê.
Piştî zivirîna ji Moskovê, demekî li Bexdayê dimîne, piştî wextekî vedigere Silêmaniyê. di sala 1962’yan de canê xwe li vir teslîm dike bi diyarê baqî diçe.
Ew xala werçerxê û xîmavêjê helbesta nû a kurdî ye
Goran divê ji gewretirîn û bandorkartirîn helbestkarên kurd ên li Başûr were zanîn. Goran xala werçerxê û xîmavêjê helbesta nû a kurdî ye. Wî ji peyreviya helbesta gelêrî a kurdî bi gotina helbestên kîteyî ket. Ev tevgera Goran di qada wêjeyî de ew rojgar e ku wekî helbesta erûzî bû, şoreş pêk anî; her çiqas mîna destpêka helbesta nû di wêjeya farisî de bi dijberiyeke tundgîr rû bir û nebûbe jî. Sedema wan jî hebûna şêwazî a di edebiyata rabirdûya kurdî de bû ku Goran xwe li wan hevahengî dikir. Di helbesta kîteyî, kafîyeyî û wezn de helbesta wî jê girîngîyeke foqolade digre; Goran jî heman rewş di nû kirina helbestê de bi kar anî û tenê piştî wî bû ku helbesta spî a kurdî dest pê kir.
b. Berhem û Helbestkarîya Ebdullah Goran:
Helbesta kurdî a nû dema destpêkê dîrek ji helbesta cîhanê bi taybetî helbesta nû û herkên wekî sîmbolîzm ku zêdetir li Fransa pêş ketibû bi wan re temasê de nebû lê belê jêbandorgirtina helbesta kurdî a li dema Dewleta Osmaniyan de mîna helbesta tirkî a wê demê rewşenbîr û edîbên ku ji Dewleta Osmanî diçûne Ewropa û piştî geşepêdana wekî Islehet û Tanzîmat wekî gelek tiştan, edebiyata fransî bi wergêr û fêrbûna zimanê fransî li wir jî bi baldarî hat pêşwazî kirin. Bi wergêr û transfera çandî, wêje ji formên berê tam qut dibû. Ew form, ew şoreşa di wêjeyê de li Ewropa û bi xusûs şairên wekî Charles Baudelaire, Arthur Rimbaud, yan jî Rilke di helbestê de form û şêwazên berê red kirin û helbestê de serbestiya herka îmgeyan bikar anîn, sîmbol yanî îmajên temasên ontaolojîk bi helbestê rîtmeke navxwe û şayesandinên berfireh kirin. Ev rewş dema bi çandên din hate veguhastin bi muxalefeta edebiyata klasîk rû bi rû dima. Ev rewş ne tenê xasî edebiyata kurdî bû, edebiyata farisî, erebî û tirkî jî nava gengeşiyên wêjeyî de hin qonax bihurandin. Û wejeya kurdî her ji wêjeya van neteweyên ku wan re dijiyan jî bandorên edebî û rûdanên siyasî jî digirt.
Helbestên wekî 5+5=10 nivîsîn
Bi şêwaza nû a salên 30'yan ên qurneya 20'emîn de Şêx Nûrî Şêx Salih (1896-1958) helbestên kurdî dinvîsî jî, salên 40'an de ji hêla Ebdullah Silêman bi nasraw Goran (1906-1962) êdî helbesta nû a kurdî diketa qonaxeke taze.
Goran helbestên xwe bi wezna kîteyî û şêwazên folklorîkên kurdî wekî (5+5=10) nivîsî. Her wiha Goran ev wekî “wezna millî” bi nav dikir ku bi taybetîya zimanê kurdî re nêzîk didît. Ji ber ku zimanê kurdî beriya ku wekî wêje û huner bê bikaranîn bi “wezna erûzî”, wezna kîteyî di helbest û beytên ayînî de yên wekî “Merîfet û Pîrî Şalyar” û metnên “Yaresan” di folklora dengbêjîyên gelêrî de û heta di qurneya 18'emîn de di devoka hawramî de tecrube kiribû.
Ev rûdana helbesta nû a kurdî ji geşepêdanê wê heyamê yên li cîhanê û bi taybet li erdnîgarîya kurdan jî ku rû dida, kêşeyên siyasî, civakî, fikrî ku bi miletên din re jî nava temasekî de bûn, ew helbest jî divê bi rewşa dîrokî û siyasî re jî bê fehm kirin. Jixwe Goran û kesên rewşenbîrên wê demê di nava hewldan û gengeşiyên ramanî ên wê demê de ne.
Li Silêmanîyê wê demê xebatên rewşenbîrî, siyasî, wêjeyî zor hene û weşanên kovar û rojnameyan jî her der diçûn, wekî “Yadgarî Lawan”, “Diyarî Lawan” di nava salên 1933-34 bi rêveberiya Tewfîq Wehbî bi kesên rewşenbîrên wekî Îbrahîm Ehmed, Reşîd Necîb, Şakir Fetah, Ebdullah Silêman (Goran), … û yên din jî hebûn ev nifşê pêşîn bû. Xebatên wan ên pêşîn di nava salên 1935, 1939, 1945, 1950 çap bûn. Helbestên nû ên Goran bi navê “Bihuşt û Yadgar” diçe heta sala 1950. Piştî wan jî nifşekî şairan ê din çêdibe.
Di sala 1980’î de Mihemed Mela Kerîm Helbestên Goran kom dike û amadeyî çapê dike li Bexadayê diweşîne.
Berhemê Goran;
Beheşt û Yadgar, (1950),
Firmêsk û Huner,
Sirûşt û Derûn,
Lawik û Peyam,
Dîwanî Goran,
Şi’ir Bo Minal,
Di vê kurtenivîsê de me tenê behsa navê Helbestkarekî gewre kir, lê bo behsa berhemên wî divê pêdeçûnên edebî û hunerî pêk werin. Yalê din ve di zemanê Goran de heyameke xurt a wêjeyî heye û navê gelek rewşenbîr û edîbên mezin jî divê nava bergeha edebî de were nirxandin û fehm kirin. Wekî Ebdullah Zîver, Ehmed Muxtar Begê Caf lê beriya wan Hecî Tewfîq Beg (Pêremêrd) ku nava dewleta Osmanî de siyasetmedar, rewşenbîrekî mezin bû dema ew ji Stenbolê vedigere Silêmanî gelek tecrubeyên ji heyama temasa Ewropa û cîhanî jî xwe re tîne tê. Û nifşekî heyama navîn piştî salên 60-70'yî jî digîhîje yên wekî; Ebdullah Peşêw, Şêrko Bêkes, Letîf Helmet, Refîq Sabîr, Ferhad (Enwer), Enwer Şaklî, Ehmed Şaklî, û yên din.
Her yek ji wan di edebiyata kurdî de xwediyê bergehên firawan in.
Not:
1- Beşa vê metnê a pêşîn ji nav pirtûka bi navê “Şo’erayê Namdarê Kord” ( Helbestkarên Navdar ên Kurd) a Fexreddîn Amîdîyan hatiye wergerandin. Weşanên Ana, 1391, Tehran.(r.124-126). Kêmasî di vê wergerê de hebe ew qusûra min e.(r.e)
2- Ev beşa duyem a vê metnê zêdetir agahiyan ji vê pirtûkê sûd werdigire; “Seraxazê Şir’rê noê Kordî ve Tehvîlatê Formhayî’an” (Destpêka Helbesta nû a Kurdî û Guherîna Formên Wan), Enwer M’erîfet, Weşanên: Gotar, 1393, Seqiz.