Diyarname
TUYAP li Amed, Stenbol, Edene, Bursa, Îzmîrê fûara pirtûkan li dar dixe û bernameya van bajaran amade bû. Pêre jî îsal li bajarekî din, li Antalyayê jî fûara pirtûkan li dar dikeve.
Di sala 2011'an de li Edene, Bursa, Îzmîr, Amed û Stenbolê fûara pirtûkan li dar ketin û bi giştî mîlyonek û 232 hezar kes çûn serdana fûaran. TUYAP'ê bernameya fûara pirtûkan a sala 2012'yan amade kir û êdî digel van bajaran li Antalyayê jî fûarê li dar dixe.
Fûara yekemîn a sala 2012'yan di navbera 10-15'ê rêbendana 2012'yan de li Edeneyê li dar dikeve. Fûara ku bi navê 5'emîn Fûara Pirtûkan a Çukurovayê wê li dar bikeve, dê li dor 150 weşanxane û saziyên sivîl beşdar bibin. Di fûarê de wê li dar 50 çalakî jî li dar bikevin.
Îsal li Antalyayê yekemîn car dê fûar li dar bikeve. Fûar wê li Navenda Fûar û Kongreyê ya Sabanci ya Cam Piramîtê di navbera 16-19'ê reşemiyê de li dar bikeve.
Fûara Pirtûkan a Bursayê ku di sala 2003'yan de dest pê kiribû îsal dikeve 10 saliya xwe û mijara wê ya bingehîn wekî "Nivîsandina Bursayê" hatiye diyarkirin. Li bendê ne ku îsal 220 weşanxane beşdarî vê fûarê bibin.
Fûara li Îzmîrê jî îsal dikeve sala xwe ya 17'an. Li Îzmîrê bi beşdariya li dor 350 saziyên sivîl û weşanxaneyan fûar dê di navbera rojên 14-22'yê avrêlê de li dar be.
Erdnîgariya qedîm Amed
Fûara Pirtûkan a Amedê ku bi diruşma "Amed: Rêwîtiya Ber bi Erdnîgariya Qedîm a Nivîsê" dest bi rêwîtiya xwe kiribû îsal cara sisêyan li dar dikeve. Di fûarê de wê li dor 100 weşanxane û saziyên sivîl amade bin. Fûara Amedê di nav hemû fûaran de fûara ku herî zêde kurdî li pêş e. Di du salên borî de weşanxaneyên kurdan li Amedê eleqeyeke mezin dîtin. Îsal jî li benda heman eleqeyê ne. Di fûara îsal ku dê di navbera 22-27'ê gulanê de li dar bikeve de li dor 40 çalakiyên çandî dê li dar bikevin.
Û Fûara Stenbolê
Fûara mezin a li Tirkiyeyê li Stenbolê li dar dikeve. Fûara Pirtûkan a Stenbolê îsal 22'yemîn car dê di navbera 17-25'ê sermawezê de li dar bikeve. Mêvanê fûarê îsal dê Hollanda be, li ser çand û wêjeya Hollandayê dê çalakî li dar bikevin. Îsal li bendê ne ku li dor 600 weşanxane û saziyên sivîl di fûarê de cihê xwe bigirin. Piştî Amedê yek ji fûara ku weşanxaneyên kurd zêde beşdar dibin jî fûara Stenbolê ye.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.