Diyarname
Ji sala 1972'yan, yanê ev 50 sal in yekem car tiştek wisa dibe: Keçikek ji malbata kraliyeta alman ji bo kovara Playboyê xwe tazî dike û fotoyên wê li dinyayê deng vedidin.
Ew neviya kralê dawî yê Saksonyayê ye. Navê wê yê dirêj Xenia Florence Gabriela Sophie Iris e. Iris ku ji nifşê Friedrich ê 3'yemîn tê niha 37 salî ye û ji bo kovara Playboyê derket pêş kamerayan.
Iris a wêneyên tazî pêşkêş kirine, gotiye ku kalên wê niha bijiyana dê dijî van fotoyan derneketa û gotiye, "Ji min re gotin Kral Friedrich ê 3'yemîn gelek henekwar û yekî bi hezkirin bû. Loma jî wê ev foto erê bikira. Hîsa min ew e ku di navbera min û wî de têkiliyeke taybet heye."
Li aliyê din Irisê ji bo malbata xwe jî gotiye, "Dibe malbata min van fotoyan erê neke. Ewê kovarê nekirin. Lê herî hindiki dê deng dernexin."
Wekî notek, foto di hejmara adarê ya Playboy a edîsyona alman de cih girtine.