Diyarname
3'yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amedê wê meha sermaweza 2025'an de li dar bikeve.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê berê Festîvala Fîlman li dar dixist, lê piştî kayûm hatin ser kar festîval rawestiya. Niha şaredarî dîsa kete nava tevgerê. Di vî çarçoveyê de ji bo li ser biaxivîn û amadekariya wê bikin rojên 28'ê reşemî û 1'ê adarê civîn li dar ketin. Beşa sînemayê ya Daîreya Karên Civakî û Çandî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê civîn organize kir. Ji welat û festîvalên cuda û sînemager di civînê de amade bûn. Piştî civînên du rojan biryar hat girtin û meha ê sermaweza 2025'an 3'yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amedê li dar bikeve.
Di daxuyaniya hat eşkere kirin de hat gotin ku serbixwe, bi rihê piştgirî û azadiyê festîval ji cihê mayî dê rêya xwe bidomîne.
Her wiha hat gotin ku li hemberî fikra ku sînemayê tenê wekî enstrustî dibîne, dê festîval demokratîk, civakparêz, wekheviya civakî ya cinsî, ekolojîk û wekî fikreke alternatîf a hunerê derxe pêş.
Li aliyê din hat eşkere kir ku di serî de sînemagerên kurd, sînemagerên li Rojhilata NAvîn û dinyayê festîval ji bo hemû hunermendan bibe bingeha piştgirî û destdana hev.
Di festîvalê de wê fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm û belgefîlm cih bigirin.



