Diyarname
Pirtûka nivîskar û muzîkar Zulfu Lîvanelî ya bi navê "Serenad" heta niha li sê welatan hatibû çapkirin, niha dê li 31 welatên din jî bê çapkirin.
Li Tirkiyeyê, Zulfu Lîvanelî nivîskar û muzîkarekî çepgir e û navdar e. Heta niha gelek pirtûkên wî hatine çapkirin ku ya herî dawî romana wî bi navê "Serenad" hat çapkirin.
Serenad li ser çîroka evînî ye, ji Stenbola îro heta bûyera noqavbûna keştiya Struma û salên Şerê Cîhanê yê Duyemîn diçe. Rojan li Tirkiyeyê di sala 2011'an de bi tirkî hat çapkirin û wê demê di nav pirtûkên herî zêde têne firotin de cih girt. Firotina pirtûk gihîşt 222 hezar hebî û paşê pirtûk li Almanya, Komara Çek û Yewnanistanê hat wergerandin û weşandin.
Niha jî dê pirtûk li 31 welatên din bê çapkirin. "Serenad" bi navê "Serenad fur Nadja" (Serenad ji bo Nadja) li almanî hat wergerandin û bi diruşma "Zilamekî extiyar li paşeroj, jinek ciwan li pêşeroja xwe digere" nasandina wê tê kirin.
Yek ji weşanxaneyên mezin ê Almanyayê Klett-Cotta di meha avrêla îsal de bi beşdariya Zulfu Livaneli dê li Almanyayê nasandina pirtûkê û çalakiyên xwendina pirtûkê li dar bixe.