Xelatên Ayþe Nur Zarakolu hatin dayîn
Diyarname
Þaxa ÎHD'a Stenbolê ev çerd sal in li ser navê Ayþe Nur Zarakolu "Xelata Azadiya Ramanê" dide kesên ku di vî warî de xebat kirine.
Komeleyê îsal ev xelat da Prof. Dr. Buþra Ersanli, nivîskar Nuray Mert û li ser navê rojnamegerên girtî da Ahmet Þik. Di merasima xelatdayînê de Nuray Mert got ku li Tirkiyeyê maf, azadî, aþti û demokrasî di çarçoveya têkoþîna muxalefetê ya kurdan de dê pêk bê û mirov li cem vê be dê pêk bê. Mert ev yek lê zêde kir: "Ez serbilind im ku bi vê têkoþînê re me."
Ahmet Þik jî piþtî girtina xelata xwe wisa got: "Ez vê xelatê li ser navê hemû girtiyên ji ber azadiya ramanê digirim. Ger dewlet dixwaze min jî daxilê rêxistinekê bike, bila min jî, Nurey Mert jî daxilî vê rêxistinê bike. Û ez ji vê derê nîþaneyên serkeftinê bilind dikim" û Þik pêre jî tiliyên xwe bilind kir.