Enqere
Ak Partî parêznameya xwe ya ji 400 rûpelî pêşkêşî dadgehê kir. 150 rûpel tenê ji parastina Serokwezîr pêk tê.
Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partî Dengir Mir Mehmet Firat, Wezîkê Serokê Komê Bekir Bozdag û Sadullah Ergin îro saet 16.45'an de çûn Dadgeha Zagona Bingehîn û parêznameya Ak Partî pêşkêşî dadgehê kirin.
Parêznameya AK Partî bi giştî 400 rûpel û tenê ji bo 155 rûpelî ji parastina Serokwezîr Tayyip Erdogan pêk tê.
Dozgerê Dadgeha Bilind der barê Ak Partî de îdîanameya ji bo girtina partiyê vekiribû û Serokomar Abdullah Gul, Serokwez R. Tayyip Erdogan jî têde der barê 70 kesî de qedexeya siyasetê tê xwestin.
Wezîrê Dewletê û Berdevkê Hukumetê Cemil Çîçek da zanîn ku ew naxwazin doz dirêj bibe.