Diyarname
Weşanên Ava di vê destpêka sala 2013'yan de bi du pirtûkên nû gav avêt nav weşangeriya sala 2013'yan. Ji van pirtûkan yek a Serhat Hemdem e û ya din jî ya Nîhat Ozdal e ku her du jî pirtûkên helbestan in.
Êvara li ber pencereyê
Helbestvan û muzîkvar Serhat Hemdem ji zû de ye helbestan dinivîse. Ew ji Şemrexa Mêrdînê ye. Heta niha helbestên wî di gelek kovar û rojnameyan de hatine weşandin. Her wiha wî bi hunera xwe di nav albuma "Xelek" a koma Mahabad de (sala 2011'an de ji Kom Muzîkê derket) cih girt.
Hemdem ku di sala 2002’yan de ligel 3 hevalên xwe kovara hunerî û wejeyî KEVAN, derxist, lê temenê kovarê zêde dirêj nebû.
“Êvara li ber pencerê” pirtûka yekemîn a Hemdem e û ji 64 rûpelan pêk tê.
Şopên Baskan
Nîhat Ozdal di sala 1984'an de li Xelfetiyê hatiye dinê. Ji sala 2002'yan ve helbestên wî, li hundur û derveyî welêt, di gelek kovaran de hatine weşandin. Wî, helbestên xwe yê pêşî bi tirkî di pirtûkên xwe yê bi navê “Guneşi Bekle” û “Uzak” de weşandine. Pirtûka wî “Google’den Once” Xelata Helbestên Ciwan ya Memet Fuat (2008) girtibû û di 2011'an de jî di Xelatên Helbestê ya Homeros de “Hêjayî Pesindayinê” hatibû dîtin. Pirtûka ku niha bi navê “Şopên Baskan” ji Weşanên Ava derket, di sala 2011'an de bi tirkî hatiye weşandin. Pirtûka ku ji 64 rûpelan pêk tê ji aliyê Zeynep PARILTI ve hatiye wegerandin. Di helbestên Ozdal de bi lêgerînên ceribandinê re hêmayên xwezayê derdikevin pêş.
- Êvara li ber pencereyê / Serhat Hemdem / Helbest / 64 rûpel
- Şopên Baskan / Nîhat Ozdal / Wergera ji bo kurdî: Zeynep Parilti / Helbest / 64 rûpel


