Diyarname
Li ser mînakên ku ji cenazeyê Serokomarê Tirkiyeyê yê 8'emîn Turgut Ozal girtin lêkolîn hate kirin, hê bi temamî encam nehatine eşkerekirin lê hate îdîa kirin ku 4 cureyên jehrê hatine dîtin.
Ji roja ku Ozal miribû ve heta niha îdîaya ew hatiye kuştin hatibû kirin. Ji ber ku dawî li îdîayan nehat Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ferman da ku gora Ozal bê vekirin û li ser lêkolîn bê kirin. Pêre jî gora Ozal hatibû vekirin û nimûne ji cenazeyê hatibûn girtin.
Kurê Ozal, Ahmet ozal ji bo NTV li ser îdîayan axivî got: "Fikra min jî ew e ku ev îdîa rast e. Ji serî de ez wisa difikirim. Di têkoşîna xwe de em gihîştin asta dawî."


