Diyarname
Hunermenda kurd Rojda îro li Stenbolê li balafirgehê hat binçavkirin.
Hunermenda Navenda Çanda Mezopotamyayê Rojda li Balafirgeha Ataturk di dema ku dixwest here Almanyayê ji aliyê polîsên balafirgehê ve hat binçavkirin.
Rojda digel hin hunermendan ji bo konserê dê biçûya Dusseldorfa Almanyayê lê di dema lênêrîna paseportê de hat binçavkirin.
Tê gotin ku ji ber "muxalefeta zagona meş û xwepêşandanan a bi hejmara 2911" der barê wê de biryareke hebûye û loma hatiye binçavkirin. Li bendê ne ku sibê Rojda bibin edliyeyê.
Foto: Cemil Oguz
***
REKLAM
Kovareke nû bi navê DîWAR derdikeve
Ji bo têkiliyê:
www.kovaradiwar.com
peywendi@kovaradiwar.com
Dîwar
Friedhofstr. 19
64401 Gross-Bieberau
Germany
Ji bo nûçeyê LOGO'yê bitikînin



.jpg)