Diyarname
Di maçên Dora 3'yan ên Kûpaya Tirkiyeyê de îro maça Bitlis Spor û Kayserisporê hebû. Maç li Bedlîsê bû û Bitlisspor bi 4-1 bi ser ket. Bi vê yekê Bitlisspor derbasî Dora 4'an bû.
Kayserispor ku bi salan di Lîga Super de dilîst, îsal ketibû Lîga 1'em lê dîsa jî tîmek mezin bû û favorî bû. Her ku Biltlis spor e di du lîg jêrtir, di Lîga 3'yemîn de dilîze.Biltisê Kayserî têk bir.
Êvarê jî saet 20.30 de Eskişehir spor û Igdirspor li Eskişehirê hatin ba hev. Tîma Îdirê "Igdir FK" li hemberî Eskîşehîrê bi 1-0 têk çû û xatir xwest.
ENCAMÊN DUH
Duh jî tîmên bajarên kurdan maçên xwe lîstibûn. Ji tîmên bajarên kurdan Kars 36 li hemberî Antalyayê 2-0 têk çûbû.
Hakkari Zap Spor li Antanlayê li hemberî Seriksporê 1-1 mabû. Maç derbasî penaltiyan bûbû û bi penaltiyan 5-4 Hakkari Zapê winda kiribû.
Yeşilyurt Belediye Sporê Gebzespor bi 4-0 têk biribû.
Li aliyê din 24 Erzîncansporê bi 4-1 Kastamonuspor, Şanliurfasporê jî tîma Golcukspor bi 3-1 tek biribû.
PÊR
Di maçên pêr de Muşspor li hemberî Yeni Mersîne bi 2-1, Gaziantep li hemberî Etimesgutê bi 4-0 bi ser ketibû.
Li aliyê din tîmên Bingol, Mazidagi, Van, Agirspor têk çûbûn û xatir xwestibû.
Ji bo Dora 4'an a Kûpaya Tirkiyeyê 4'ê meha pêşiya me dê pişke bê kişandin.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Bingol, Mazidagi, Van, Agri spor têk çûn; Mûş, Entab bi ser ketin
- Va ye bernameyê sê rojan; Tîmên bajarên kurdan
- Dora 3'yan, pişke hat kişandin: Reqîbên tîmên bajarên kurdan diyar bûn
- Îro hemû tîmên bajarên kurdan bi ser ketin
- Bedlîsê nîv duzîne gol avêtin Silifkeyê
- Di Kûpaya Tirkiyeyê de maç îro dest pê dikin
- Dora Diduyan: Pişke hat kişandin
- Siirt Sporê Dêrsim Spor têk bir


