Diyarname
Ji bo Dora 2'yan a Kûpaya Tirkiyeyê pişke hat kişandin. Di vê dorê de 8 tîmên ji bajarên kurdan hene.
Li Rîvaya Stenbolê pişke hat kişandin. Di vê dorê de 20 tîmên di Dora 1'em de bi ser ketibûn û 42 tîmên ji lîgên 2'yemîn û 3'yemîn li vê hatin zêdekirin û ji bo 62 tîman pişke hat kişandin.
Di encama pişkeyê de reqîbên tîmên bajarên kurdan wisa çêbû:
- Kars 36 spor - Fatsa Spor
- Hatay inşaat - Karakopru Belediyespor
- Erciyes 38 Spor - Kahta 02 Spor
- Nigde BelediyeSpor - Agri 1970 Spor
- Mazidagi - Kirşehir Spor
- Hakkari Zap Spor - Adane Demir spor
- Malatya Yeşiryurt - Gelecek Siirt Spor
- Bitlis 1916 Spor - 1964 Silivke Spor
Maçên Dora 2'yan wê rojên 6-7-8'ê kewçêrê bêne lîstin, tîmên bi ser bikevin dê derbasî Dora 3'yan bibin.
Bernameya Kûpaya Tirkiyeyê bi vî rengî ye:
- Dora 3'Yan: 27-28-29'ê kewçêrê
- Dora 4'an: 1-2-3'ê berfanbarê
- Dora 5'an: 15-16-17 / 22-23-24'ê berfanbarê (Li gor maçên Ewropayê dê dîzaynek bê çêkirin)
- Dora 16'an: 12-13-14'yê reşemiya 2027'an
- Çarîk fîna.: 2-3-4 'ê reşemiya 2027'an
- Nîv fînal, maçên yekem: 2-3 an jî 4'ê adara 2027'an
- Nîv fînal, maçên duyem: 20-21 an 22'yê avrêla 2027'an
- Fînal: 29'ê gulana 2027'an
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Siirt Sporê Dêrsim Spor têk bir
- Hakkarî Zapspor bêyî bilîze Cizre Belediyespor têk bir!
- Kûpaya Tirkiyeyê: Va ne maçên bajarên kurdan
******************************


