Diyarname
Di Kûpaya Tirkiyeyê de duh Bitlis spor bi ser ketibû, îro hemû tîmên bajarên kurdan ên din hemû bi ser ketin. Ji nav van maça herî bi gol li Culemêrgê bû. Hakkari Zap Spor tîma Adana Demîrsporê kir mêvan û bi 6-1 bi ser ket.
Va ne hemû encamên tîmên bajarên kurdan:
- Nigde BelediyeSpor - Agri 1970 Spor: 0-2
- Hatay inşaat - Karakopru Belediyespor: 1-2
- Hakkari Zap Spor - Adane Demir spor: 6-1
- Kars 36 spor - Fatsa Spor: 1-0
- Mazidagi - Kirşehir Spor: 1-0
Bi vê encamê re piştî Bitlissporê, Agri 1970, Karakopru Belediye, Hakkari Zap, Kars36 û Mazidagi spor derbasî Dora 3'yan bû.
Îro maça Malatya Yeşîlyurt û Siirt Sporê saet 17'an de dest pê dike.
Ji timên bajarên kurdan sibê jî saet 14.00'an de wê Erciyes 38 Spor û Kahta 02 Spor bilîzin.
YEŞİLYURTÊ SÊRT TÊK BIR
Malatya Yeşilyurtsporê Siirtspor bi 3-1 têk bir. Di maça li Meletî hat lîstin de golên Yeşîlyurtê deqe 34'an de Muhammed Enes Yilmaz, deqe 52'yan de Guray Firat avêt keleha xwe û enca bû 2-0.
Di deqîqeya 89'an de li ser navê Sêrtê Oguz Kagan Çelik gol avêt, encam anî 2-1'ê, hinek hêvî xist nava tîmê, lê deqeya 90+1'ê de lîstikvanê Meletî şûtek avêt, gog ji qelevanê Sêrtê Ahmet Taş çû nav torê, gol li ser navê Ahmet Taş hat qeydkirin.
Bi 3-1'ê Malatya Yeşilyurt bi ser ket û derbasî Dora 3'yan bû. (Ev beş paşê li nûçeyê hatiye zêdekirin)
Ji bo Dora 3'yan 9'ê mehê pişke tê kişandin.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Bedlîsê nîv duzîne gol avêtin Silifkeyê
- Di Kûpaya Tirkiyeyê de maç îro dest pê dikin
- Dora Diduyan: Pişke hat kişandin
- Siirt Sporê Dêrsim Spor têk bir


