logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
  2. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
  3. Harry Kane û Alexia Putellas xelata Ballon d'Orê girtin
  4. Bingol, Mazidagi, Van, Agri spor têk çûn; Mûş, Entab bi ser ketin
  5. Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû
news-details

Ji fikrên Arjen Arî pirtûka 'Xwediyê peyva serhildêr im' derket

  • Dîrok: 29/10/2026
  • Beş: Berhem

Diyarname
Pirtûka ku ji hevpeyvîn û axaftinên Arjen Arî pêk tê ku fikrên wî nîşan dide bi navê "Xwediyê peyva serhildêr im" derket. Pirtûka ku Rêzan Diljen amede kiriye, ji Weşanên Sor derket.

Arjen Arî yek ji helbestvanê girîng ê kurd bû û di nav helbesta kurdî de ciheke wî ya taybet hebû. Wî, bi helbestên xwe fikir û ramanên xwe, dîtina xwe ya li dinyayê, têkoşîna xwe û têkoşîna gelê xwe dianî ziman. Ev yek di hevpeyvîn û gotûbêjên wî dan kovar, malper û televîzyonan de jî xwe nîşan dida. Di pirtûka niha hatiye amadekirin de ev fikrin û ramanên wî dane hev û pêşkêş kirine. Di pirtûka li ber dest "Xwediyê peyva serhildêr im" de hevpeyvîn, gotûbêj û axaftinên Arjen Arî yên ku li cih û demên cur bi cur kirine hatine berhevkirin û weşandin.

Hevpeyvînên di weşanên wekî rojnameya Azadiya Welat, kovara W, Jiyana Rewşen, Nûdem, malpera Diyarname, dîsa di kanalên wekî ÎMC TV de hatine kirin di pirtûkê de cih girtine.

14 HEVPEYVÎN HENE
Bi temamî 14 hevpeyvîn û axaftinên ku ji fikir û ramanên Arjen Arî pêk tên ketine vê pirtûkê. Pirtûk ev fikren wî yên salên di navbera 2001-2013'yan pêk tê. Rêzan Diljen ew hemû dane hev, amade kirine û di pirtûkê de belav kirine. Dawiya vê hefteyê (30'ê mehê) li Amedê çalakiya bîranîna Arjen Arî heye û di vê çalakiyê de cara yekê dê pirtûk xwe bigihîne hezkiriyên wî.

'BÎR'A ARJEN ARΠ
Arjen arî wisa dibêje, "Di navbera duh, îro û sibê de qasidek e helbest. Û helbest ji her tiştî dixwe û vedixwe. Li vir, dikarim navekî li helbesta xwe bikim: Bêndera bîrê! Berî me jî qewimînin qewimîne, ev ne qetiyayî ne ji qewimînên îro. Bûyerîn 'bîrî' bi destê min tên peywirdarkirin, bivê nevê ji xwe re li rêçeke digere, li rêçeke helbestî û xwe helbestkirinê. Ji bo min tu xeter nîn in lê yên ku li dû min tên ku têkevin wê xetereyê dê di 'bîrê' de bimînin."

NAVEROK
Sernavên hevpeyvîn û dîtinên li pirtûkê jî helbestî ne û balkêş in. "Helbest serhildêr e li vê erdnîgariyê", "Ev derî deriyek e ku bi sê mifteyan vedibe", "Min xwest ez her tim bi 'bîr' bim, bi bîr bînim, xîtabî 'bîr'ê bikim", "Min xwest helbestên min xwendevanê xwe neêşîne", "Şiîr reng û dengê herî neteweyî ye!" hin sernavên di vê pirtûkê de cih girtine ne.
 

**

Nûçeya Eleqedar:
- Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

 

*********************************************************************

 

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 

 **********************************************************************

 

Ger hûn bixwazin alîkariya Diyarnameyê bikin:
ÇAYEK BO DIYARNAMEYÊ:

LÎNKA 
Kreosus.com'ê bitikînin

LÎNKA
Patreon'ê bitikînin

 

**********************************************************************

 

DIBE EV NÛÇE BALA TE BIKIŞÎNİN:
- 2025: Hemû pirtûkên bi kurdî: Ji par zêdetir in

- 'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

- Nêzîkî 20 hezar kurd hatin Almanyayê (îstatîstîkên 2025'an)

- Dîwanên Seydayê Keleş careke din tên çapkirin

- Charles Spencer li ser xweşka xwe nivîsî 'Diana, Xwişka Min'

- Xelata Nobelê ya Wêjeyê dan nivîskara ji Kanadayê Anne Carson

- LEWerger li ser 'Erotîzmê' disekine

 

 



KANALA YOUTUBE YA DIYARNAMEYÊ

 

**********












HESABÊN DIYARNAMEYÊ:YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarnamePODCAST: podcasters.spotify.com/pod/show/diyarnameMALPER: www.diyarname.comTWITTER: x.com/diyarname1


FACEBOOK: facebook.com/diyarnameINSTAGRAM: instagram.com/diyarname1BLUESKY: www.bsky.app/diyarname

   MAIL: diyarname@diyarname.com

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 29 10 2026

Ji fikrên Arjen Arî pirtûka 'Xwediyê peyva serhildêr im' derket

news
  • 21 10 2026

Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat

news
  • 15 10 2026

'Dengê Helbesta Kurdî' derket

news
  • 13 10 2026

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news
  • 12 10 2026

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

news
  • 06 10 2026

'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

NÛ: Tahir Elçi hat berdan

ad

Dizên entellektuel jî hene!

ad

Bi qasî dinyaye mezin girestêrkên nû hatin kifşkirin

ad

Ji bo fêmkirina mîta neteweyekî: 'Ferhenga Mîtolojiya Kurdî

ad

Dema nimêja Cejna Qurbanê

ad

Wêneyê hefteyê: Şahiya Kolektîfa Hêkan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

  • 27 10 2026
news

Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

  • 27 10 2026
news

Harry Kane û Alexia Putellas xelata Ballon d'Orê girtin

  • 27 10 2026
news

Bingol, Mazidagi, Van, Agri spor têk çûn; Mûş, Entab bi ser ketin

  • 27 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname