Diyarname
Dewleta Îranê 5 sal û mehek cezayê hepsê li derhênerê navdar Cafer Penahî birî û di heman demê de biryar da ku hemû mal û milkên wî bê desteserkirin.
Li gorî agahiyên ku îro belav bûne 26'emîn Dadgeha Şoreşê ya Tehranê li dosyaya Cafer Penahî (Jafar Panahi) Nêriye û ceza lê biriye. Penahî bêyî li dadgehê be ceza lê hatiye birîn.
GELEK CEZAYÊN CUR BI CUR
Parêzerê wî Mostefa Nîlî (Mostafa Nili) ji medyaya îranî Emtead re gotiye ku hefteya borî dema hesabên bankeyê yên Penalî qut bûne ew pê hesiyane ku biryareke wisa hatiye dayîn. Li ser vê parêzer çûye dadgehê, dadgehê agahî dane wî. Dadgehê herwiha ferman daye ku hemû mal û milkên wî yên bar û nebarkirî werin desteserkirin û 2 sal qedexeya bikaranîna medyaya civakî û 2 sal qedexeya derketina ji welat jî lê hatiye birîn.
SEDEM NE DIYAR E
Çima cezayeke wisa li Penahî hatiye birîn nayê zanîn, ji ber ku nehatiye eşkere kirin. Li gor dadgehê Penahî li derveyî Îranê ye. Lê li gor parêzerê wî, ew di 30'ê adara 2026'an de vegeriyaye Îranê û niha li welat e.
Ev ceza li ser cezaya salekê berê tê, ku di berfanbara 2025'an de ji ber “propaganda li dijî sîstemê” lê hatibû birîn û di pûşpera 2026'an de jî hate pejirandin.
CAFER PENAHÎ KÎ YE?
Derhênerê îranî Cafer Penahî di sala 1960'î de li Miyanaya Îranê hatiye dinê.
Ew yek ji derhênerên navdar ê Îranê ye. Di sala 1988'an de bi belgefîlmê "Çivîkên Birîndar" ket nava sînemayê. Dûre gelek belgefîlm û fîlmên din kişandin.
Wî heta niha li Festîvala Fîlman a Cannesê Xelata Palmiyeya Zêrîn, li FesTîvala Fîlman a Venedîkê Xelata Şêrê Zêrîn, Li FesTîvala Filma a Berlînê Xelata Hirça Zîvîn jî di nav de gelek xelat girtine. Xelata dawî di sala 2025'an de li Cannesê bi fîlmê "Un simple accident" Xelata Palmiyeya Zêrîn girt.


