UEFA'yê Amed spor qebûl kir
Diyarname
Amed Spor ku ji bo lîsansê serî lêdabû ev serîlêdana wê hat qebûlkirin.
Lijneya Lîsansê ya TFF'ê (Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê) bi nameyek Amed Spor ku di Lîga 2'yemîn a Tirkiyeyê de dilîze pîroz kir. Di encama biryara Lijneyê de Amed Spporê Lîsansa Klûbên UEFA û Lîsansa Faîr Play a Fînansê bi dest xist.
Di Sertîfîkaya Lîsansa UEFA ku da Amed spore de wisa tê nivîsandin: "Klûba Çalakiyên Sportîf a Amedê, di Çarçoveya Fermanên Fînansa Faîr Play de, di ware sportîfî, tîmên jêrîn, xebatkar, îdarî, hiqûq û krîterên fînansî de hemû tiþtên dive aniye cih lewma ji bo serdema sala 2016-2017'an mafê lîsansê heq kiriye."