Diyarname
Şaredariya Qelqelî ku di destê DBP'ê de ye logoyeke nû çêkir ku di logoyê de 33 Gule jî hene.
Di sala 1943'yan de bi fermana Orgeneral Mustafa Muglali 33 gundiyên kurd ên ji Qelqeliyê hatin kuştin. Di logoya nû ku bi kurdî û tirkî hatiye amadekirin de sembola 33 Guleyan jî heye. Logo bi biryara Meclisa Şaredariyê hate qebûlkirin. Hevşaredara Qelqelî Handan Bagci li ser vê yekê got ku logoya berê ne aîdê şaredariya wan bû, loma guhartine. Vaye ew logo...


