Mêrdîn
Girseya ku li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê ji bo piştgiriyê bidin girtiyên di greva birçîbûnê de xwestin meşê pêk bînin rastî mudaxaleya polîsên tîmên taybet hatin. Tîmên taybet di mudaxaleyê de rêveberê BDP'ê yê Şemrexê û endamê Meclisa Giştî ya Mêrdînê Emanet Eneş bi giranî birîndar kirin.
Koma ku heta avahiya AKP'ê ya Şemrexê meş pêk anî rastî mudaxaleya polîs û tîmên taybet hat. Koma ku rastî mudaxaleyê hat, li Qada Komarê çalakiya rûniştinê pêk anî. Kom, piştî demekê dîsa meşiya û rastî êrîşa polîs û tîmên taybet hat. Di êrîşa tîmên daybet de, rêveberê BDP'ê yê Şemrexê û endamê Meclisa Giştî ya Mêrdînê Emanet Eneş ji serê xwe bi giranî birîndar bû.
Eneş, bi guleya rastîn ji serê xwe de birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Şemrexe, lê hate gotin ji ber bi giranî birîndar bûbû ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.
Li Edeneyê mîtîng
Her wiha ji bo piştgiriya girtiyan li Edeneyê BDP'a Edenê li Seyhanê mîtîngek li dar xist. Di mîtîngê de Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş, mebûsê BDP'ê yê Edeneyê Murat Bozlak, mebûsê BDP'ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu jî amade bûn.
Demirtaş axivî û got ku ciwanên kurd ji bo daxwazên rewa dest bi grevê kirine û wisa dom kir: "Em heta îro ji bo mirin çênebin her roj li qadan bûn, me kir ku ev qîrîn bê bihîstin. Wekî ku hikumet û partiya muxalefetê dikin, bi bangên ne xurt ev çalakî nayên bi dawî kirin. Em bang bikin jî dest ji grevê bernadin. Em vê dizanin. Wan got ku heta daxwazên wan neyên cih dê çalakiyên xwe bidomînin."
***
Nûçeyên eleqedar:
- Mebûsên jin ên BDP'ê dest bi greva birçîbûnê kirin
- Mîtînga Batmanê bi beşdariya 10 hezaran dest pê kir
- Komeleya Nivîskaran: Bila her kes pêşî li mirinan bigire
- Baydemir diçe cem TUSÎAD û Yaşar Kemal
- Şivan Perwer: Li hemberî greva birçîbûnê bêdeng nemînin
- Navên hemû girtiyên di greva birçîbûnê de ne
- Nivîskar û rewşenbîran piştgirî da grevan
- Li Ewropayê çalakiyên piştgiriyê
- Bajar bi bajar çalakiyên ji bo grevê
- Zarokên Apê Mûsa jî di grevê de ne
- 41 roj in greva birçîbûnê didome
- Şaredaran piştgirî da Greva Birçîbûnê
- Kaya û Sariyildiz jî ketin greva birçîbûnê
- 36 roj in girtî di grevê de ne