Diyarname
Bi navê "Welat" straneke senfonîk hate amadekirin. Gotinên wê siyasetmedarê girtî Selahattin Demirtaşî nivîsîne, muzîkê wê Diyar Dersimî amade kiriye. Stran bi awayê senfonîk hatiye amadekirin ku hunermendê navdar Grzech Piotrowski ew bi rê ve biriye.
Hunermend Nasir Rezazî, Diyar Dersim, Hozan Comert, Şehrîbana Kurdî, Dengbêj Kazo, Deniz Deman, Narîn Feqe, Kîjan Xeyat, Elind bi dengê xwe di nav xebatê de cih girtine.
Ji bo pêşkêşkirina vê senfoniyê li Belçîkayê gala hate li dar xistin û dûre senfonî li ser hesabê youtube yê Diyar Dersim de hate belavkirin.
Em vê wekî klîba hefteyê hildibijêrin û pêşkêşî we dikin.
Kerem bikin: