Diyarname
Tîma fûtbolê ya Amed Sporê vê şemiyê li mala xwe ligel Sivas Belediye Sporê dê bilîsta lê maç ji bo roja yekşemê taloq kirin.
Sedem? Sedem jî hatina Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan nîşan dan.
Erdogan roja şemiyê dê here Amedê. Tê gotin ku ji ber ewlehiyê li ser daxwaza emniyeta Amedê maç ji bo roja din hatiye taloqkirin
Di malpera TFF'ê de maç hê jî roja şemiyê saet 19'an de dixuye, lê hat ragihandin ku maç ji bo roja yekşemê, saet 14.00'an hatiye taloqkirin. Amed Sporê ji ser hesabê xwe yê fermî re ev yek ragihand.
Li aliyê din, ji ber Stada Amedê erdê wê tê rastkirin, Amed Spor vê hefteyê li Stada Şilbeyê bilîze. Ji ber TFF'ê 2 maç ceza li Amed Sporê birîbû, maç bê temaşevanan tê lîstin.