Medya Rênas
Carnan kêliyek bedelî salekê ye, carnan jî helwestek bedelî jiyanekê ye, lê carnan jî emrekî dirêj, ne bedelî tu tiştî ye.
Carnan nêrînek bedelî romanekê ye û gotinek bedelî dehan helbestan e, lê carnan jî bi sedan hevok ne bedelî tu tistî ne.
Piştî ew qas salan, min dixwest jê re bêjim ku, di gel her tistî, jiyan dîsa berdewam dike. Mirov çendî bikeve, têkbiçe, dikare dîsa rabe ser piyan. Her tist qayil e bê guhertin û em dikarin her dem rûpelên nû di jiyana xwe de vekin. Min dixwest jê re bêjim ku çiqas dem derbas bibe jî, lê hîna cihê wî di dilê min de mîna berê ye. Lê gotinan, xwe ji ser lêvên min bi paş ve zivirand. Wî êdi ji zimanê min fêm nedikir, ji bîr kiribû û ez jî ji zimanê wî yê nû tê nedigihîştim. Tu dibêjî qey serdemek dirêj di navbera me de derbas bûbû û em her du pir xerîb ji hev hiştibûn, mîna du kesên biyanî.
Wî çiqasî xwe bikêf û bihêz nîşan dida, lê min di çavên wî de dixwend û di hundirê wî min didît, erê min didît, min şikestek didît, min têkçûnek hîs dikir. Eger karîba ji her kesî daba veşartin, lê ji min nikarî bû. Lê ew jî wekî hemû mêran li tekçûnên xwe, li şikestên xwe mikur nedihat, wî wisa fam dikir ku dema ew li tekçûnên xwe mikur bê û naxwasim li pêş min, ewê ji mêraniya wî kêm bibe. Wî heta têkçûnên xwe berevajî dizivirindin û mîna serkeftin nîşan dida.
Min ew dît û bi hesreta ew qas salan, min ew hembêz kir. Lê demê ew guhert bû, jiyanê wî serûbin kiribû, êdî çavên wî mîna berê ne dibirqandin, tu dibejî qey ne ew çavên ku min li wî welatê xerîb kiribûn heval ji xwe re.
Di çavên wî de, hemû jinên ku destên wî gihabû wan, bi wan re keniya bû û ji wan re gotinên evînê rijandbûn, min didîtin. Min bêhna gişan jê dikir. Wî nikari bû çavên xwe xistiba çavên min, dixwest tistekî bibêje, lê li ba wî heta cesareta lêborînê peyda ne dibû.
Jinan, wî guhertibû. Ew difikirî ku çi qas kêf ji wan jinan girtiye, lê wî nizanibû ku di bedela wê de, wan çi jê wergirtiye, jiyana wî, hizûra wî, rehetiya wijdana wî, her tistê wî ser û bin kirine. Ew ne di wê ferqê de bû, yan jî li vê rastiyê jî mikûr nedihat.
Peyv jê derneket û ne ji min, wekî ku hemû gotinan xwe dabin alî û lihêviya sahneya dawî bin.
Me xatir ji hev xwest û pişta me kete hev. Tu dibêjî qey ne ew, ew bû û ne ez, ez bûm. Tu dibêjî qey min romanek dixwend û lehngên wê romanê ez û ew bûn. Niha jî roman bi dawî bûbû û rola me her duyan jî xelas bûbû. Dibe ku jiyana me dişibe romanan, yan jî roman dişibin jiyana me.
Di wê kêliyê de, min dixwest pişta xwe bizivirînim û biqirîm, ew jî ber xwe bide min û ber bi min ve bê. Em her tiştên derbasbûyî ji bîr bikin. Lê mixabin, roman xelas bûbû û rolên me êdî bi dawî bûbûn. Û nivîskarê romanê biryara xwe dabû. Min jî famkiribû ku tiştên diçin, nema dizivirin. Heta eger bizîvirin jî, wê ne ew bin yên ku em li hêviyê bûn. Min li paş xwe nêrî, lê ez nezivirîm, ew jî nezivirî. Me her duyan rêyên xwe berdewam kirin. Bajarên qelebalix, welatên tijî sînor, mirovên westiyayî, kolanên bê ronahî û serdemeke bê nasname kete navbera min û wî.
Avrêl 2008