Diyarname
Heyetek ji endamên Platforma Jinûve Avakirina Kobanî ji Amed, Botan û Îzmîrê derbasî herêma Kobanî bû.
Îro piştî nîvroj heyetek ji endamên Platforma Jinûve Avakirina Kobanî ku ji 6 kesan pêk dihat di deriyê sînor ê Murşîd Pînar re derbasî Kobanî bû.
Heyet ji aliyê rêveberên Kantona Kobanî ve hat pêşwazîkirin. Heyetê diyar kir ku ji bo ji nû ve avakirina Kobanî hin planên wan hene û ew ê bi Rêveberiya Xweser a Kobanî re gotûbêj bikin.
Heyet piştî ku derbasî herêmê bû, berê xwe da navenda Rêveberiya Xweser a Kobanî.