logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Radyoyê ku zemanekî agahî dida kurdan jî hat girtin

Radyoya BBC Tirkî ku demekê kurdan jî jê zêde sûde werdigirt piştî 72 salan hat girtin.

  • Dîrok: 29/05/2011
  • Beş: Çapemenî

Diyarname
Radyoya BBC Tirkî ku demekê kurdan jî jê zêde werdigirt piştî 72 salan hat girtin.

Beşa Tirkî ya Radyoya BCC sala 1939'an de dest bi weşanê kir. Radyo ev 72 sal in weşana xwe ya bi tirkî dikir û niha ev beş hat girtin.  Radyo di salên Şerê Cîhanê yê Duyemîn de li ser delxeya kurt weşan dikir, di salên pêş de li gor şirîkên li Tirkiyeyê di banda FM'ê de jî weşan kir. Radyoyê roja 27'ê gulana 2011'an de li gor saeta Tirkiyeyê di saet 18.00'an cara dawî weşana xwe kir û xatir xwest.

Radyo niha dê tenê bi ser înternetê re weşanê bike. Beşên BBC yên tv, radyo bi alîkariya hikumeta Îngilistanê li ser piyan in. Hikumetê jî ji beşa tenduristî bigire heta weşanê di gelek waran de butçe teng kir. BBC ku bi 32 zimanên cihê weşanê dike butçeya wê sedî 25 hat birîn. Bi vê yekê re jî rêveberiya BBC dest bi lêgerînan kir û di encamê de hin beşên BBC girtin. BBC TV'yê li Tirkiyeyê bi NTV ve ket nav weşaneke nû û weşana wê ya bi tirkî di NTV de jî tê weşandin lê beşa radyoyê ya bi tirkî hat girtin.

Digel beşa tirkî ya radyoya BBC beşên bi zimanên wekî makedonî, arnawûdî, sirbî, karayîpî (bi îngilîzî) û afrîkî (portekîzî), rusî, spanyolî (ji bo Kubayê), ukraynacî û wîetnamî hatin girtin.

Beşa tirkî ya radyoya BBC hat girtin lê li ser înternetê weşana wan didome.

Çavkaniya kurdan bû jî

Beşa tirkî ya BBC demekê çavkaniya sereke ya kurdan bû jî. Bi taybetî di destpêka salên 90'î (1990, 91, 92) pirahiya li gundên kurdan ji bo agahiyên li ser şer di saet 18.00'an de guhê xwe didan Radyoya Tirkî ya BBC. Di vê dema ku li Tirkiyeyê hê televîzyonên taybet nîn bûn, zêde radyo û amûrên ragihandinê yên din zêde nîn bûn de BBC Beşa Tirkî ji bo wan çavkaniya sereke bû. BBC Tirkî ku wekî TRT'ya Tirkiyeyê ji hêzên çekdar ên kurd re nedigot "terorîst" û digot "Mîlîtan", yan jî "hêzên çekdar ên kurd" vê yekê zêdetir dikir ku kurd bi nûçeyên wê bawer bin. Taybetiya BBC li dinyayê (hê jî) ew e ku ew pênaseyan bikar nayne.

BBC ku bi gotina "Burası BBC Londra" (Ev der BBC Londra ye) dest bi weşanê dikir di nav jiyana gelek kurdên Bakur de xwedî cihek taybet bû.

Di vê serwîsa BBC de 19 kes dixebitîn û bi vê gavê re 5 kes dê ji karê xwe bibin.

Ji sala 1997'an ve midûriya Beşa Tirkî ya BBC Huseyin Şukan dikir. Şukan wisa dibêje: "Di roja me de gelek platformên çapemeniyê hene ku li ser înternet, çapemeniya civakî û cîhazên mobîl kar dikin. Em jî, emê weşana xwe ya televîzyon û înternetê bidomînin. Lê ez ne bawer im ji van yek jî bikare valahiya radyoyê dagire."

'Gelek rojnameger li vir gihîştin'

Şukan van lê zêde dike. "Ji bo weşanger û nûçegîhanek radyo rêya xwe bi lez gihanidna girseyê ye; ji bo xwe pêş bixe wekî dibistanek e; ji bo afirîneriya xwe nîşan bide qadeke guncan e. Demekê li Tirkiyeyê, ji bo guhdar xwe bigihînin nûçeyên sansurkirî radyoya BBC Tirkî tekane çavkanî bû. Gelek rojnamegerên naskirî ji BBC Tirkî de xebitîne. Radyoya me ku xwedî dîrokeke wisa dewlemend e, birîna dengê wê girtina serdemekê ye."

BBC Tirkî li navenda wê Londonê, li Bush House (li vir, ji 30 welatan zêdetir ji gelan mirov hebûn) weşan dikir. Di salên dawî, di saet 18.00'an de 15 deqe weşan dikir û di vê 15 deqîqeyan de nûçeyên siyaset, civak, huner û çandê pêşkêş dikir. Radyoyê serê sibê di saet 07.00'an de û dawiya hefteyê jî bi 30 deqîqe bernameya nûçeyên xwe digihand guhdaran.

Li ser BBC hin agahî:

- BBC, wekî British Broadcasting Company, Ltd. yekem car di sala 1922'yan de hat avakirin.
- Şîrket, di sala 1925'an de hat tasfiyekirin, di sala 1927'an de wekî saziyeke raya giştî bi navê British Broadcasting Corporation (BBC) dîsa dest bi weşanê kir. Radyo digel ku li hemberî parlemenê berpirs e jî weşana xwe bi awayekî serbixwe dike.
- Beşa dinyayê ya BBC di sala 1932'yan de hat avakirin.
- Qraliyeta Yekbûyî rêveberiya BBC peywirdar dike.
- BBC di sala 1932'yan de dest bi weşana televîzyonê kir.
- Radyoya Beşa Tirkî ya BBC di 20'ê sermaweza  1939'an de dest bi weşanê kir.
- Heta niha BBC bi 32 zimanên dinyayê weşan dikir.
- Li 50 navendên  dinyayê li dor 250 nûçegîhanî ji wê re nûçe pêşkêş dikir.
- Hikumeta Îngilistanê pereyên ku bi bacê berhev dike pareke ji bo BBC vediqetîne: Salane li dor 3,5 mîlyar £ (nêzî 9 mîlyar TL'yê)
- BBC bi giştî 8 kanalen TV û 9 radyoyê pêşkêş dike.
- BBC reklamê nagire.

 

Weşana dawî ya Radyoya BBC Tirkî:

 

Parve Bike

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Çapemenî - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

news
  • 14 10 2026

Kayûm şandin ser Halk TV

news
  • 09 10 2026

Rojnameger Şaban Sevinç û Mustafa Balci hatin girtin

news
  • 08 10 2026

Fotoyê rojê ji ber avahiya AYM'ê tê

news
  • 26 09 2026

Rojnameger Necip Çapraz mir

news
  • 22 09 2026

'Bîrnebûn'eke nû

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Dilop'ê got 40

ad

'Les Miserables' û fîlmên din

ad

Ene xebere ecêb a: Maskeya zêrîne

ad

Ez kî me!

ad

Lîsteya nivîskarên kurd ên li Fûara Stenbolê

ad

Gelo sedemên rawestandina bernameyên ARTA FM çi ne?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname