___Brahîmê Alûcî___
Di serdema me ya nûjen de, têgeha narsîsîzmê (narcissism) êdî di nav zimanê rojane de cihekî berfireh ji xwe re girtiye û ji qada klînîkî derketiye, bûye amûreke nirxandina sincî û exlaqî. Mirov dikare bibêje ku 'narsîsîzm' bûye benîştê nû yê civakî ku her li ser kes û komên bêkes û bêhêz tê gerandin. Li gorî derûnkoliyê (psîkanalîz), narsîsîzm ne xelet e û ne jî tawana kesayetiyekê ye; li hemberî vê, ew avahiyeke damezrîner e ku jiyana derûnî û psîkolojîk a mirov li ser ava û saz dibe.
Narsîsîzm li ser sê stûnên sereke konê xwe vedaniye: narsîsîzma takekesî (individual narcissism), narsîsîzma hevpar (collective narcissism) û narsîsîzma axaftinê (discursive narcissism). Di edebiyata derûn(nas)iyê de narsîsîzm bi piranî wekî rewşeke nexweşiyê hatiye nîşandan. Lê pirsa ku îro her ku diçe sertêserîtir dibe ev e: nexweşî çi ye û tendirustî çi ye? Li vê derê, cudahiya di navbera narsîsîzma tendirust (healthy narcissism) û narsîsîzma patolojîk (pathological narcissism) pir girîng e. Ev cudahî ne heyberekî (object) ji rêzê ye; ew di jiyana mirovî de kirdeyek (subject) e ango tiştekî bingehîn e.
Li gorî bîrdoziya Heinz Kohut, narsîsîzm ne kêmasiyeke derûnî ye; li hemberî vê, ew hêmanek e ku ezî (ego) û xwebûn (self) jê û li ser ava dibin. Pitika ku tê dinyayê, dest bi jiyanê dike di nav têkiliyeke narsîsîstîk de. Gotina dayik an bavê ku dibêje 'berxê min, tu delal î, tu hêja yî' ji bo zarokên biçûk ne derew e; ew avahiyeke pêwîst e. Bingeha xwe-nasîn û qedirgirtinê, ango xwe-rêzgirtinê (self-esteem), bi vî awayî tê danîn.
Lê ev avahî divê di jiyana kamiliyê de were veguherandin. Zarokê ku berê li navenda her tiştî bû, bi demê re fêr dibe ku dinya tenê ji bo wî/ê nehatiye ava kirin. Ev rû bi rû bûna bi rastiyê (reality) re dibe sedema tiştekî ku derûnkoler jê re dibêjin birîna narsîsîstîk (narcissistic injury). Ev birîn ne tiştekî xirab e; ew pêwîstiyek e ji bo kamilbûn û mezinbûna derûnî û psîkolojîk. Ger ev rû bi rû bûn çênebe, narsîsîzma seretayî (primary narcissism) ango ya hovane, cihê xwe naguherîne û takekes di nav xeyalên mezinbûnê (grandiose fantasies) de dimîne û digevize.
Ji bo ku ev rewş were fêmkirin, mîtosa Narkîso mînakeke baş e. Narkîso ne ji ber ku ji xwe hez dikir xwebûna xwe ya rastîn winda kir û ji xwe re xwebûneke derewîn ava kir; lê belê ji ber ku xwebûna xwe wekî wêneyekî bêgirêdana rastiya jiyanê dît û jê hez kir. Wêneyê di avê de ne xwediyê jiyana rasteqîn bû û nikaribû bersiva wî bide. Ji ber vê, evîna narsîsîstîk (narcissistic love) di dawiyê de ne evîn e; ew tenê vekişîna berî wêneyê mirov bi xwe ye.
Tiştê ku narsîsîzma patolojîk ji narsîsîzma tendirust cuda dike, bi serê xwe ne mezinatî (grandiosity) ye; ew têkiliya wê bi şermê (shame) re ye. Di narsîsîzma patolojîk de, bingeha îmaja xwebûna îdeal (ideal self-image) û îmaja xwebûna rastî (real self-image) ji hev dûr dikevin. Takekes nikare kêmasiyên xwebûna xwe hilgire û ji ber vê, dema êrîşek li ser tê kirin, ew takekesê narsîsîstîk bi tundî bersiv dide û bi zimanekî narsîsîstîk êrîşî derûdora xwe dike.
Marie-France Hirigoyen vê cudahiyê bi zelalî destnîşan dike: narsîsîzma tendirust wêrekariya takekesî ye ku kêmasiyên hebûn û xwebûna xwe qebûl dike û li gel vê jî hîna qedr û qîmeta hebûn û xwebûna xwe dizane û digire. Narsîsîzma patolojîk li hemberî vê ye: takekes nikare kêmasiyê hilgire û ji ber vê, hemû tiştî bi derve ve girêdide. Mafê rengvedanê (projection) ango avêtina kêmasiyên hebûn û xwebûna xwe ser milên yên-din, dibe mekanîzmaya sereke ya berevaniya derûnî.
Norbert Elias di xebata xwe ya li ser pêvajoya şaristaniyê de nîşanî me dide ku şerm di norma civakî de roleke birêvebir dilîze. Bi taybetî di çandên ku wekî çanda şermê (shame culture) têne nasîn, mirov xwebûna xwe ne tenê li gorî tiştê ku dike, lê li gorî çawanî xuyabûna xwe (how one appears) dinirxîne. Di çanda dîjîtal a îro de, ev mekanîzma di xetereyê de ye: gava ku hemû tişt tê nîşandan û takekes bi şermê nayê girêdan, pergala birêvebirinê hildiweşe.
Erich Fromm têgeha narsîsîzma komê (group narcissism) bi kar aniye: takekes, bêyî sedemeke aqilane, tenê ji ber ku beşek ji komekê ye, xwe û xwebûna xwe ji yên-din re berztir dibîne. Christopher Lasch jî çanda rojavayî ya nûjen wekî çanda narsîsîzmê (culture of narcissism) nîşan dide. Mirovê nûjen neçar e ku xwe her roj ji nû ve ava bike, nîşan bide, erê bike û bipejirîne.
Di civaka dêwer û nenas de, naskirin (recognition) wekî çavkaniyeke kêm tê dîtin. Takekes hertim hewl dide ku bê dîtin, bê nasîn û bê pejirandin. Lê girêk û paradoks ev e: çanda nûjen hewcedariya naskirinê zêde bilind dike, lê bi xwe wê wekî tiştekî kêm û dijwar pêşkêş dike. Jörg Willi têgeheke bi navê narsîsîzma têkûzker (complementary narcissism) destnîşan kiriye: alîkî wê narsîsîzma çalak (active narcissism) diparêze û alîkî din, li gorî rola xwebûna xwe ya sist (passive), wê dimeşîne û têkûz dike.
Narsîsîzm ne tenê bi tiştê ku mirov difikire yan dike tê diyarkirin; ew di awayê axaftinê de jî xwe nîşan dide. Hevokên wekî 'tu dizanî ez kî me' yan 'wesa ku min xwendiba' nimûneyên baş in ji narsîsîzma axaftinê. Di hevoka yekem de, kes xwe li cihê xwediyê hemû zanînê ango helwesta hertiştîzan (omniscient position), datîne. Di ya duyem de, xwendin wekî sînor û serkêşiyekê tê bikaranîn ku reftar û tevgera yên-din sînordar dike.
Di serdema dîjîtal de, mekanîzmaya şermê ya birêvebir qels dibe. Reinhard Haller nîşanî me dide ku narsîsîst bi şermê (shame) çalak nabe; li hemberî vê, tiştê ku wî/wê ditirsîne ku wî/wê çalak dike. Ev helwesta dijtirsîn ango kontrafobîk (contraphobic stance) di siyasetê de jî xuya ye: siyasetmedarê ku derewan dike û şerm nake, ji vê rewşê hêz distîne.
Narsîsîzm ne patolojiyeke dûrî jiyana mirov e. Ew avahiyeke damezrîîner e ku xwebûn li ser ava dibe û hertim di jiyanê de cihê wê heye. Ya ku bi rastî girîng e, ne tunekirin an jiholêrakirina narsîsîzmê ye, lê veguherandina wê: ji formên cemed û şikestî ber bi formên têkiliyî û rasttir ve.
Narsîsîzma tendirust dihêle ku takekes kêmasiyên xwe hilgire, wan qebûl bike û dîsa jî xwebûna xwe bi qedr û qîmet bibîne. Narsîsîzma patolojîk li hemberî vê ye: takekes nikare kêmasiyê hilgire û neçar e ku yan xwebûna xwe di nav xeyalên mezinbûnê de biparêze, yan jî bi piçûkxistina yên-din qedr û qîmeta xwebûna xwe biparêze.
Di asta civakî û çandî de jî mesele heman e. Narsîsîzma hevpar, ku li gorî Fromm, takekes tenê ji ber ku beşek ji komekê ye xwe ji yên-din hêjatir dibîne, bingeh û zemîna nefreta komî û cudakariyê ye. Ger em vê avahiyê fêm bikin, wê gavê em dikarin çêtir bi wê re rûbirû bibin.
Di dawiyê de, wekî ku mîtosa Narkîso nîşanî me dide, kêmasiya sereke ne xwe-rêzgirtin û xwe-dîtina berz e; ew nekarîna têkiliyê bi yên-din re ye. Ger mirov bikare xwe di cihê yên-din de bibîne, dikare hest bi dilêşî û dilsoziyê bike û wê gavê hemû têkilî dê ji bûna neynikekê derkevin.
***
Nivîsên Brahîmê Alûcî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- The Mist (Mija Kujer), rastî û windabûna hişmendiyê (Bi nêrîneke derûnkolînerî li ser rewşa kurdan)
- Şîretên derûn(nas)iya bindestî, azadî û veguherînê
- Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf
- Êş û Elema Bêşahid; Bi Nêrîneke Derûnkolînerî
- Narsîzma bindestan; Xwendineke derûnkolorînerî li ser rewşa kurdan
- Bêçaretiya Fêrbûyî û Rewşa Kurdan
- Naskirina êşa bindestan; Dahûrîneke derûncivakî ya têkiliyên serdest-bindestan e
- Nirxandina Derûnkolînerî (Psychoanalysis) ya Komkujiya Robozkî
3- Rêyek ji rûpoş û maskeyên kolonyal ber bi nasnameya resen ve
2- Ji laşê Xwezayî heta Laşê Kolonîzekirî (rêze beşa 2'yan)
1- Dahûrîna Derûnkolînerî (Psychoanalysis) ya Frantz Fanon bi Neynika Kurdî (rêze beşa 1'ê)
- Lêborîn û bexşandin; travma û derûnterapî
- Lêborîn û Bexşandin; Bi nêrîneke derûnkolînerî û civakî
- Vegera Yê Tepisandî Û Mekanîzmayên Bergiriyê
- Jêbirin û jiholêrakirina nasnameya bindestan
- Hişê Çêkirî (Artificial Intelligence) û pirsên herî zêde tên pirsîn
- Şerê Derûnî (Psychological Warfare)
- Çawa çîrok dibin bawerî?
- Hêza nerm û hêza hişk, du rêbazên siyaseta navneteweyî


