Diyarname
Fîlmê "Basic Instinct" ku bi dîmenên xwe yên seksî di bîra mirovan de cihê xwe girtibû, beşa wê ya nû tê kişandin.
Fîlmê ku 35 sal berê hatibû kişandin û Sharon Stone têde lîstibû, dewama wê niha dê bê kişandin. Fîlm ku li Tirkiyeyê bi navê "Temel Îçgudu" tê zanîn senaryoya wî Joe Eszterhas nivîsandibû. Wî niha senaryoya beşa nû jî temam kiriye û li benda kişandinê ne.
Di fîlmê 35 sal berê hatibû kişandin de karaktera Catherine Tramell lîstikvan Sharon Stone lîstibû û ew bi vê navdar bûbû. Di beşa nû de karaktera Catherine Tramell dîsa dê navenda fîlmî de be. Wê kî derhêneriya fîlmî bike hê nediyar e, lê navê Emerald Fennell tê qal kirin. Texmîn ew e ku di sala 2027'an de fîlm bê kişandin û 2028'an de bikeve vîzyonê.
Di "Basic Instinct" ku derhêneriya wî Paul Verhoeven kiribû de Michael Douglas û Sharon Stone serlîstikvaniya wî kiribû.


