logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Festîvala Fîlman a Bogazîçî bi fîlmê 'Ummu Gulsum' dest pê kir
  2. Derbiya kurdan wekhev bi dawî bû
  3. FIFA'yê 11'ên serketiyên yên salê eşkere kirin
  4. DEM Partî li ÎBB'ê Koma Meclisê ava kir
  5. Romaneke nû 'Du Xwîn Ji Laşekî' derket
news-details

Narsîzma bindestan; Xwendineke derûnkolorînerî li ser rewşa kurdan

  • Dîrok: 14/02/2026
  • Beş: Serbest

 

__Brahîmê Alûcî___


Destpêk

Dema em li dîroka kurdan dinêrin, em bi civakekê re rûbirû dibin ku bi sedan salan di bin zordestiya siyasî, çandî û etnîkî de jiyana xwe domandiye. Ev zordestiya demdirêj û berdewam ne tenê li ser erdnîgariya siyasî, lê herwiha li ser derûniya hevpar a kurdan jî bandoreke kûr hiştiye. Di vê pêvajoyê de, mekanîzmeke derûnî ya rageş û tevlihev serî hildaye ku em dikarin wê wekî "narsîsîzma bindestan" bi nav bikin – rewşeke ku tê de kom bi rêya bilindkirina bêpayebûn a nasnameya xwe hewl dide êşa xwe ya derûnî kompanze bike, lêbelê di heman demê de dibe girtiyê vê nasnameya ku li ser êş û qurbanbûnê hatiye ava kirin.

Ev rewş ne şaşiyeke derûnî ya reş-û-spî ye, lê bersiveke xwezayî ya li hemberî dermirovkirinê (dehumanization) ye ku bi rêya înkara ziman, çand û mafên bingehîn hatiye sepandin. Dema dewletek dibêje "kurd tune ne," dema ziman tê qedexekirin, dema dîrok tê înkarkirin, derûniya hevpar hewcedarê mekanîzmeke berevaniyê (defense mechanism) dibe. Ev mekanîzm gelek caran di şiklê narsîsîzmê de xuya dike – nêzîkatiyeke ku tê de kurd dest bi bilindkirina nasnameya xwe ya dîrokî, çandî û etnîkî dike, bi awayekî ku dikare ji rastiyên heyben (objektif) dûr bikeve.

Lêbelê pirsgirêka bingehîn ew e ku ev narsîsîzm, her çend wekî tariyeke parastinê dest pê bike jî dikare bibi zincîrek ku kurdan li cihê xwe dihêle/digire û asteng dike ku ew berve rizgariya rastîn biçin. Ji ber ku dema nasname bi tevahî li ser êş, qurbanbûn û dijbertiya li hemberî "yê-din" (the other) tê ava kirin, her hewldana rizgarî û derbaskirinê wekî înkara vê nasnameya hevpar tê pejirandin. Bi vî awayî, trawma û êşa dîrokî tenê nabin bîr, boçin û bîranîneke borî, lê dibin pendê nasnameya îroyîn – û ev yek kurdan asteng dike ku ji êşê derbasbûyî bibin û siberojeke nû biafirînin.

Bingeha derûniya bindestiya kurdî

Dema em li derûniya hevpar a kurdan dinêrin, divê em pêşî têbigihîjin ku ev derûnî di bin kîjan şert û mercên dîrokî û civakî de hatiye şemilandin. Kurd wekî neteweyeke bê-dewlet, bi sedan salan di bin kontrola împaratoriyên cuda de jiyane – Osmanî, Îran û paşê dewletên neteweyî yên qaşo modern ên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê. Di her yekê ji van dewletan de, siyaseta înkara nasnameya kurdî bi awayên cuda hatiye emilandin û sepandin: ji qedexekirina ziman û qedexekirina navên kurdî bigire heya înkara dîrokê û dermirovkirinê.

Ev înkar ne tenê siyasî bû, lê herwiha derûnî bû jî. Frantz Fanon di xebata xwe de nîşan da ku kolonyalîzm ne tenê erdên gelên bindest dagir dike, lê herwiha derûn û mejiyên wan dagir dike. Di rewşa kurdan de jî em bi dagirkirina derûn û mejiyê re rûbirû ne. Dema zarokekî kurd li dibistanê hîn dibe ku ew "tune" ye, dema ew dibîne ku zimanê wî/wê wekî "zimanê hov" tê navkirin, dema ew dixwîne ku dîroka wî/wê tune ye yan jî wekî beşeke ji "dîroka gelê hov" tê pêşkêşkirin, ew zarok dest bi xweyîkirinê (internalization) dike – xwe bi çavên zordestê xwe dibîne.

Paulo Freire di "Pedagojiya Bindestan" de behsa "hişmendiya bindestiyê" (oppressed consciousness) dike. Li gorî Freire, bindest hişmendiya zordest dixwe û dibe "bindestê navxweyî". Di rewşa kurdan de jî em vê diyardeyê gelek caran dibînin. Gelek kurd, bi taybetî yên ku di pergalên perwerdehiya fermî de mezin û perwerde bûne, di navxwe de dibin dengên zordestên xwe û xwebixwe dest bi înkara nasnameya xwe dikin. Ev yek ji sedeman e ku gelek kurd, heta îro jî zimanê kurdî bi xwe bikar nayînin, navên kurdî li zarokên xwe nakin an jî ji nasnameya xwe rû vedidin û kêm dibînin.

Lêbelê di heman demê de, wekî mekanîzmeke berevaniyê, şêwazeke din a bersivê serî hildide: narsîsîzma kompanze (compensatory narcissism). Dema nasnameyeke mirov bi awayekî domdar tê şikandin û înkarkirin, derûn hewcedarê berevanî û parastinê dibe. Ev berevanî û parastin di şiklê bilindkirina bêpaye ya nasnameya xwe de xuya dibe. Kurd dest pê dikin ku dibêjin: "Em neteweyeke kevn in, em şaristaniyeke zêrîn a berî îslamê hebûn, hemû ziman ji me fêr dibin, em miletê herî bilind in." Ev vegotinan ne bi tevahî xelet in, lêbelê dema ew ji konteksta dîrokî derdikevine û dibin mîtên tewş û bêrewş, ew dibin beşeke ji narsîsîzma bindestan.

Heinz Kohut di teoriya xwe de got ku narsîsîzm ji hewcedariya bingehîn a mirov ji bo ku were dîtin û pejirandin çêdibe. Dema civakek bi awayekî domdar nayê dîtin, nayê pejirandin, nayê bihîstin – bi rastî, dema hebûna wê tê înkarkirin – ew civak hewcedarê kompanzekirinê dibe. Ev yek rast e, lêbelê pirsgirêk ew e ku dema ev kompanzekirinê ne bi awayekî hişmendiya rexneyî (critical consciousness), lê bi awayekî narsîsîstî pêk tê, ew dibe girêk û girtiyek.

Narsîsîzma dîrokî

Yek ji şêwazên herî berbelav ên narsîsîzma bindestan di nav kurdan de lêgerîna bêpaye ya berve dîroka kevn e. Em gelek caran dibihîzin ku "kurd gelekî kevn in, em ji Medan tên, em ji salên berî zayînê ve li vir in." Ev vegotinên bi rastî di nava xwe de elementên rasteqîniyê jî hene – Kurd rastî neteweyeke kevn in bi dîrok û mêjûyeke dewlemend. Lêbelê dema ev dîrok ji konteksta akademîk û lêkolînên zanistî derdikeve û dibe mîtolojî, ew dibe kêşe û pirsgirêk.

Di nav gelek kurdan de vegotinek heye ku "kurd zarokên cinan in" an jî ku "hemû şaristaniyên kevin ên Mezopotamyayê yên kurdî bûn." Ev vegotinên ne bi tevahî ji rasteqîniyên dîrokî hatine stendin, lêbelê ew bi awayekî ku têkiliyên dîrokî yên tevlihev reşûspî dike û ji wan vegotineke homojenîze û mîtolojîk çêdike. Ev yek teşeya "narsîsîzma dîrokî" ye – hewldana kompanzekirina nirxa ku di dema niha de nayê dayîn bi rêya bilindkirina dîrokê.

Pirsgirêka vê nêzîkatiyê ew e ku ew kurdan asteng dike ku bi awayekî rexneyî li dîroka xwe binêrin. Dema her tişt bi awayekê şahwer û bilind tê pêşkêşkirin, ew tê wateya ku em nikarin li ciyawaziyên navxweyî, pevçûnên dîrokî an jî li şaşiyan binêrin. Herwiha ev nêzîkatî dikare bibe sedema ku kurd di dîrokê de asê bikin, ji bo ku îro ji xwe re cih çênekin – lêbelê dîrok ne dîn û ola rizgariyê ye, îro û siberoj in.

Narsîsîzma qurbaniyê

Teşeya din a narsîsîzma bindestan di nav kurdan de "narsîsîzma qurbaniyê" ye. Ev yek ji şêwazên herî problematîk e, ji ber ku ew nasname bi tevahî li ser qurbanbûnê ava dike. Di nav gelek kurdan de vegotina "em neteweyeke mazlûm in, em qurbaniyên çar dewletan in, kes me nas nake, hemû li dijî me ne" bûye bingeha nasnameya hevpar.

Rast e ku kurd êşeke mezin dijîne. Jenosîda Enfal, Helebçe, Zîlan, Dêrsim û hwd, tevgerên koçberkirina bi darê zorê, înkara ziman – ev hemû rasteqînên dîrokî ne ku nabe were înkarkirin. Lêbelê pirsgirêk ew e ku dema ev êş dibe yekane erk û fonksiyona nasnameya hevpar, ew dibe kêşe. Nasname dibê "em ew in ku êşiyan in" û her hewldana derbaskirinê ji vê nasnameya bi êşê re tê wekî "bîra êşê" an jî "înkara qurbanbûnê" tê pejirandin.

Em dikarin vê diyardeyê di gelek nîqaşan de bibînin. Dema kesek rexneyekê li ser siyasetên kurdî dike, bersiva herî lez ew e ku "tu êşa me nas nakî, tu li dijî me yî." Dema kesek hewl dide ku rasteqîniyeke dîrokî ya tevlihev pêşkêş bike, tê gotin ku "tu dixwazî êşa me înkar bikî." Ev yek nîşanî me dide ku êş bûye tabû – tiştekî pîroz ku nabe li ser bêaxaftin an jî nîqaşkirin. Û ev yek asteng e ku kurd ji êşê xelas û derbasbûyî bibin û berve siberojê ve biçin.

Herwiha ev teşeya narsîsîzmê dikare bibe sedema rêzbendiya êşê ango hiyerarşiya êşê. Di nav kurdan de gelek caran nîqaşên derbarê "kîjan beş a Kurdistanê bêtir êş dîtiye" pêk tên. Kurdên Tirkiyeyê dibêjin ku înkara li wan a herî mezin bûye, kurdên Iraqê behsa Enfal û Helebçeyê dikin, kurdên Îranê behsa îdamên berdewam dikin kurdên Sûriyeyê behsa bênasnamekirinê dikin. Ev "pêşbaziya êşê" asteng dike ku hevalbendiya hevpar were pêk anîn û kurdên ji beşên cuda ji hev dûr dike.

Narsîsîzma dijminî

Teşeya sêyem a narsîsîzma bindestan di nav kurdan de afirandina dijminekî herdemî ye. Nasname li ser dijbertiya li hemberî "yê-din" tê ava kirin – û ev "yê-din" dikare Tirk, Ereb, Fars, Dewleta Îslamî, Împeryalîst, Xayîn û hwd be. Di rastiyê de, dîrok nîşanî me dide ku gelek dewlet û hêzên siyasî li dijî kurdan meşiyane û zordestî kirine, lêbelê pirsgirêk ew e ku dema nasname bi tevahî li ser dijbertiyê tê ava kirin, ew hewcedarê herdemî ya dijminekî dibe.

Ev tê wateya ku heta dema dijmin heye, nasname bi hêz e. Lêbelê dema dijmin tune dibe yan jî hêza wî kêm dibe, nasname di metirsiyê de ye. Bi vî awayî, li binê hin tevgeran hewldana berdewamkirina pevçûnê heye – ne ji ber ku ev tevgeran pevçûnê dixwazin, lê ji ber ku nasname bi pewîstiya wê ve hatiye girêdayî ye. Ev yek teşeya narsîsîzmê ye ku asteng dike ku çareseriyên aştiyane ya navxweyî werin pejirandin.

Em dikarin vê diyardeyê di gelek rewşan de bibînin. Piştî ku Herêma Kurdistanê ya Iraqê xweseriya xwe bi dest xist, gelek pirsgirêkên navxweyî pêk hatin – korûpsiyona siyasî, nêzbûna demoqratiyê, dabeşkirina serweriyê. Lêbelê dema rexne li van pirsgirêkan tê kirin, bersiv gelek caran ew e ku "dijmin dixwaze me parçe bike" yan jî "ev komploya dijmin e." Bi vî awayî, dijmin dibe mekanîzmeke ji bo berevanî û parastina xwe ji rexneyên navxweyîn – û ev yek asteng dike ku pirsgirêkên rastîn werin çareserkirin.

Herwiha ev teşeya narsîsîzmê dikare bibe sedema fraktûrekirina navxweyî. Dema nasname li ser dijbertiyê tê ava kirin, her tişt û her kesî ku "cuda" ye dikare bibe "dijmin." Bi vî awayî kurdên ji tevgerên siyasî yên cuda, ji mezhebên dînî yên cuda, ji baweriyên siyasî yên cuda – hemû dikarin hevdu wekî "dijmin" bibînin. Ev yek teşeya narsîsîzmê ye ku dibe sedema parçebûna navxweyîn û asteng dike ku yekîtiya kurdî were pêk anîn.

Encamên derûnî yên narsîsîzma bindestan li ser takekesên kurd

Di asta takekesî de, narsîsîzma bindestan encamên tund û hişk li ser jiyana kurdên takekesî derdixe holê. Dema nasname bi tevahî li ser bindestî, êş û dijbertiyê tê ava kirin, takekesê kurd nikare xwe ji vê nasnameyê rizgar bike û wekî mirovekî azad û serbixwe bijî.

Yek ji encamên herî girîng "girêdana bi trawmayê" ye. Trawma dibe bingeha nasnameya takekesî – "ez ew im ku her diêşim, ez ew im ku bindest im." Ev yek asteng dike ku takekes ji êşê xelas bibe û berve siberojê biçe. Gelek kurd, heta ku li derveyî Kurdistanê ne û di jiyaneke azad de ne jî di nav xwe de êş û qurbanbûnê diparêzin. Ev yek ne ji ber ku ew êşê dixwazin, lê ji ber ku êş bûye beşeke ji nasnameya wan – û dema êş tune be, ew ji xwe dipirsin ka ew kî ne.

Encama din jî "pevçûna navxweyîn" ye. Di aliyekî de, takekesê kurd hewcedariya berevanî û parastina nasnameya xwe ya kurdî heye – ji ber ku ev nasname di bin tehdîdê de ye. Di aliyê din de, ew hewcedariya bûyîna mirovekî azad, serbixwe ku nikare bi tenê bi nasnameya etnîkî were pênase kirin, heye. Ev pevçûn dikare bibe sedema rewşên derûnî yên aloz – ji xwe rutîneke înkara xwebûna xwe (self-denial) bigire heya narsîsîzma berevaniyê (defensive narcissism) jî heye.

Herwiha dema nasname li ser dijbertiyê tê ava kirin, takekesê kurd di bin fişarê de ye ku herdem "dijber" be. Ev tê wateya ku ew nikare têkiliyên aram û vekirî bi takekesên ji komên din ve pêk bîne. Her têkilî dibe ceribandineke dîplomatîk, her dostanî dibe pevçûnek potansiyel, her hevkarî dibe xetereke înkara nasnameya xwe. Ev yek asteng dike ku takekesê kurd wekî mirovekî normal di civakê de bijî û têkiliyên saxlem ava bike û pêk bîne.

Di asta hevpar de jî narsîsîzma bindestan encamên zirarbar li ser reftar û tevgera neteweyî ya kurdan derxistiye holê. Herçend ev mekanîzmeke berevaniyê be jî ew di heman demê de bûye astengeke ji bo rizgariya rastîn.

Parçebûna navxweyî

Yek ji encamên herî zirarbar ên narsîsîzma bindestan di nav kurdan de parçebûna tevgerê ye. Di nav kurdan de gelek partî, tevger û rêxistin hene – û ev yek bi xwe ne pirsgirêk e. Pirbûna siyasî tiştekî baş û saxlem e. Lêbelê pirsgirêk ew e ku gelek ji van partiyan û tevgeran bi narsîsîzmê tevdigerin – her yek dibêje ku "em in kurdên dilsoz, em ên rastîn in, yên-din xayîn in."

Ev teşeya narsîsîzmê bûye sedema ku tevgera kurdî nikare yekîtiyê pêk bîne. Di Kurdistana Başûr de PKK û PDK di pevçûneke qirêj de ketin ku bi hezaran kurdan jiyana xwe ji dest dan. Di Kurdistana Rojhilat de partiyên cuda nikarin bi hev re bixebitin. Di Rojava de, dijbertiya di navbera PYD û yên-din de domdar e. Di bakur de, navbera tevgerên cuda rageşiyên îdeolojîk hene ku asteng dike ku hêzeke hevpar were pêk anîn.

Bingeha van pevçûnan ne tenê siyasî ye – ew derûnî ye jî. Her tevger bi narsîsîzma xwe tevdigere, dixwaze ku "kurdayetiya rastîn" tenê ji wan re be û yên-din wekî "xeter" an jî "xayîn" bimîne/bibîne. Ev yek teşeya narsîsîzma bindestan e ku dibêje "em qurbaniyên rastîn in, têkoşîna rastîn ya me ye, rizgariya rastîn bi rêya me pêk tê." Û ev yek asteng dike ku hevalbendiya giring were pêk anîn.

Bêdengkirina dengên navxweyîn

Encama din a narsîsîzma bindestan bêdengkirina dengên navxweyîn e. Dema nasname li ser qurbanbûnê û dijbertiya li hemberî dijmin tê ava kirin, her rexneya navxweyîn wekî "xetereya yekîtiya neteweyî" an jî "lîstika di destê dijmin de" tê pejirandin.

Bi vî awayî, narsîsîzma bindestan dibe mekanîzmeke ji bo berevanî û parastina strûktûrên zordestiyê yên navxweyîn. Dema rexne li zordestiya li ser kurdên din tê kirin, dibêje "ev komplo ye." Dema rexne li korûpsiyonê tê kirin, dibêje "ev hewldana bindestkirina me ye." Dema rexne li otorîteryalîzmê tê kirin, dibêje "em di bin êrîşê de ne, divê em bi hêz bin." Ev hemû mekanîzmên narsîsîstî ne ku asteng dike ku civaka kurdî derûndirust, demoqratîk û dadmend bibe.

Ji bindestiyê berve zordestiya nû ve

Encama herî xeternak a narsîsîzma bindestan veguherandina bindestan bi zordestiya nû ye. Freire hişyar dike ku bindest dikare di pêvajoya rizgariyê de "bibe zordest" – lêbelê bi mekanîzmên û stratejiyên wî/wê yên narsîsîstî. Em vê diyardeyê di gelek şoreşên derkolonyal de dibînin – ku piştî rizgariyê, rêberên nû, bûn dîktatorên nû.

Di rewşa kurdan de jî ev xetere heye. Di cihên ku kurd bi awayekî peşkî hêz û qewet bi dest xistine – wekî Herêma Kurdistanê ya Iraqê yan jî di navçeyên ku PYD/YPG kontrol dike – em dikarin bibînin ku çawa narsîsîzma bindestan dikare bibi zordestiya nû. Retorîka "em rizgar bûn, em niha xwedî çanda xwe ne, em niha bi hêz in" dikare bibe îdeolojiya ji bo zordestiya li ser dengên dijber, ji bo astengkirina azadiyên demoqratîk, ji bo sazkirina pergaleke otorîter (authoritarianism).

Ev yek ne tê wateya ku tevgera kurdî otorîter e – ne, gelek beşên tevgera kurdî bi awayekî demoqratîk tevdigerin. Lêbelê xetere hene û ev xetere ji narsîsîzma bindestan tên. Dema kom bi salan di bin zordestiyê de bûne, dema nasname li ser êş û qurbanbûnê hatiye ava kirin, dema "em dijî wan" bûye bingeha tevgerê – ew kom di metirsiyek de ye ku piştî ku hêzê bi dest bixe, narsîsîzma xwe veguherîne otorîteryalîzmê.

Ev yek gelek girîng e ku were dîtin: Rizgariya rastîn ne bi veguherandina cihê hêzê pêk tê – ne bi ku "niha em in ku li ser text rûdinin û yên-din li jêr in." Rizgariya rastîn bi binpêkirina pergala bingeh a ku zordestiyê pêk tîne çêdibe. Lêbelê dema nasname li ser narsîsîzmê hatiye ava kirin, ev têgihiştin zor û zehmet e.

Piştî ku em têbigihêjin ku narsîsîzma bindestan çawa di nav kurdan de xuya dibe û çi encamên wê hene, divê em li ser rêyên xelasî û derbazkirinê bisekinin. Ev ne rêyek hêsan e, ji ber ku divê kurd di heman demê de hem nasnameya xwe biparêzin, hem jî ji mekanîzmên narsîsîstiyê rizgar bibin.

Hişmendiya rexneyî

Riya yekem, hişmendiya rexneyî ye – pêvajoya ku Freire "hişmendîkirin" (conscientization) bi nav kir. Ev tê wateya ku kurd fêm bikin ka çawa strûktûrên hêzê kar dikin, çawa zordestî tê sepandin û çawa wan di van strûktûran de cih digirin. Lêbelê ev têgihiştin ne tenê têgihiştineke rewşenbîrî ye – ew têgihiştinek derûnî ye jî ku tê wateya fêmkirina çawa derûniya bindestiyê şikil û şemal girtiye.

Ev tê wateya ku kurd divê fêm bikin ku narsîsîzma wan ne "şaşiyeke xwerû" ye, lê bersiveke derûnî ya li hemberî zordestiyê ye. Ev têgihiştin hewcedarê mirovane ye – hevdilî (empatî) li hemberî xwe û yên-din. Di heman demê de, ev têgihiştin hewcedarê rexneyê jî dike – têgihiştina ku herçend ev mekanîzmayek xwezayî be jî ew dikare bibe astengek ji bo rizgariya rasteqîn.

Hişmendiya rexneyî herwiha tê wateya ku kurd fêm bikin ku rizgariya rastîn ne bi "bûyîna zordestê nû" pêk tê, lê bi veguheztina pergala bingeh a ku zordestiyê pêk tîne. Ev yek gelek girîng e: Armanc ne ew e ku "niha em in ku li ser text rûdinên," lê ew e ku "em pergaleke nû çêbikin ku tê de takekesî li ser text û kesî li jêr nîn in."

Vegerîna berve rasteqîniya dîrokî

Riya din ew e ku kurd ji narsîsîzma dîrokî dûr bikevin û berve têgihiştinek zanistî ya dîrokê ve biçin. Ev ne înkara dîroka kurdan e – ne ku dîroka kurdan ne dewlemend e û hewcedariya li êrîşkirin û lêkolînê heye. Lêbelê ev dîrok divê bi awayekî zanistî, bi metodên lêkolînê yên akademîk, bi pejirandina tevlihevbûnê û ciyawaziyên dîrokî were xwendin.

Ev tê wateya ku kurd divê ji vegotinên mîtolojîk ên wekî "em ji cinan tên" an jî "hemû şaristaniyên Mezopotamyayê yên kurdî bûn" dûr bikevin. Ev vegotinan ne bi tevahî xelet in – ji ber ku têkiliyên etnîkî di dîrokê de tevlihev in û gelek qismê rasteqîniyê tê de heye. Lêbelê dema ev vegotinên wekî mîtên teqez tên pejirandin, ew dibin astengek ji bo têgihiştina dîroka rasteqîn.

Herwiha kurd divê ji "serdema zêrîn" (golden age) ya borî dûr bikevin. Di nav gelek kurdan de vegotinek heye ku "berê em gelekî bi hêz bûn, lêbelê îro em bindest in." Ev vegotin ne tenê ji rasteqîniya dîrokî dûr e – ji ber ku kurdan di dîrokê de qet dewletek mezin û yekgirtî çênekirine – lê herwiha dikare bibe sedema ku kurd di boriyê de asê bibin û niha û siberojê paşguh bikin.

Ji nasnameya ya li ser êşê berve nasnameyê ya li ser hêza siberojê

Yek ji guhertinên herî girîng ên hewcedar ew e ku kurd nasnameya xwe ji "nasnameyeke li ser êş û qurbanbûn" bidin veguhertin di "nasnameyeke li ser hêza siberojê û afirîneriyê." Ev ne înkara êşa dîrokî ye – ne, êşa kurdan a rastîn e û divê were pejirandin, nirx kirin û ji bo ku vê êşê careke din nebe were bi kar kirin. Lêbelê êş divê nebe bingeha tekane ya nasnameya hevpar.

Kurd dikarin nasnameyeke nû biafirînin ku ne li ser "em ew in ku her diêşin," lê li ser "em ew in ku karin ji êşê rizgar bibin û tiştek nû biafirînin" bê ava kirin. Ev nasname dikare li ser ziman, çand, huner, zanist, felsefe, nûşiyan, înovasyon û hêza siberojê were ava kirin. Ev ne înkara boriyê ye, lê derbazkirina ji wê ye.

Mînakên li cem gelên din hene. Alman piştî şerên cîhanî û jenosîda cihûyan, karîbûn nasnameyeke nû biafirînin ku ne li ser êşa dîrokî, lê li ser berpirsiyariyê û sazkirina siberojeke demoqratîk hatiye ava kirin. Ev yek ne bi înkara boriyê pêk hat, lê bi pejirandina wê û derbaskirina ji wê. Herçend hêj jî pirsgirêk hebin jî lêbelê ev mînakek e ku nîşanî me dide ka çawa nasnameyeke nû dikare were afirandin.

Hevalbendiya navneteweyî

Riya din a girîng têgihiştina "xaçerêyîbûn" (intersectionality) e. Ev têgih a Kimberlé Crenshaw nîşan dide ku zordestî ne bi awayekî reşûspî ye – mirov dikare di heman demê de ji ber neteweyî, cinsî, çînî, seksûelîte û nasnameyên ên din jî bindest be. Ev têgihiştin dikare ji bo kurdan gelek alîkar be.

Dema kurd fêm dikin ku bindestiya wan ne bindestiyeke "taybetî" ye, lê beşeke ji pergaleke gerdûnî ya zordestiyê ye, ew dikarin ji narsîsîzma xwe dûr bikevin. Dema kurd dibînin ku têkoşîna wan bi têkoşînên Katelanan, Baskan û komên din ên bindest ve girêdayî ye, ew dikarin ji mentalîteya bindestbûnê re derbas bibin.

Ev herwiha tê wateya ku kurd divê ji "hiyerarşiya êşê" dûr bikevin. Têkoşîna ne derbarê "kî bêtir êş kişandiye" ye, lê derbarê "çawa em dikarin ji hemû şêwazan zordestiyê rizgar bibin" ye. Dema kurd têbigihin ku têkoşîna wan ji bo mafên neteweyî ne – lêbelê hemû ev têkoşînên beşên ji têkoşîna mezin a li dijî zordestiyê ne – ew dikarin ji narsîsîzmê dûr bikevin.

Demoqratîzekirina navxweyîn

Riya din a girîng demoqratîzekirina navxweyîn a tevgera kurdî ye. Ev tê wateya ku partî, rêxistin û tevgerên kurdî divê ji narsîsîzma "em kurdîtirîn kurd in" dûr bikevin û pirbûnê bipejirînin. Ev tê wateya pejirandina ku gelek rêyên cuda yên ji bo rizgariyê hene ku rexneya navxweyîn ne xiyanet e lê hewcedariya demoqrasiyê ye û ku yên-din ên kurd ne dijmin in lê hevkarên potansiyel in.

Herwiha ev tê wateya ku rexneya navxweyîn divê neyê bêdeng kirin. Dema ciwanên kurd li dijî korûpsiyonê deng bilind dikin – ev hemû divê wekî "xeterkirina yekîtiya neteweyî" neyên pejirandin, lê wekî beşên ji pêvajoya demoqratîzekirinê werin pejirandin.

Ev yek hewcedarê guhertina bingehîn di mentalîteyê de dike. Li şûna mentalîteya "divê em li hemberî dijmin yekgirtî bin, ji ber wê divê em pirsgirêkên navxweyîn paşguh bikin," mentalîteya "divê em pirsgirêkên navxweyîn çareser bikin ji bo ku em di hemberî dijmin de bêtir bi hêz bin" hewce ye. Ev veguhertineke biçûk e di ziman de, lêbelê veguhertinek mezin e di fikr û ramanê de.

Hûmanîzm

Di dawiyê de, riya herî bingehîn ew e ku kurd ji narsîsîzmê rizgar bibin û berve hûmanîzmeke navxweyî ya giring biçin. Ev tê wateya têgihiştina ku hemû kurd bi heman nirx û qedr in – ne tenê partî, rêxistin, serok û hwd lê hemû kurd. Ev ne înkara nasnameya kurdî ye, lê danîna wê di konteksta hûmanîzma navxweyî ya kurdan de ye.

Fanon di dawiya jiyana xwe de got ku armanca bindestan divê "humanîzasyona xwe û yên-din" be. Ev yek gelek girîng e: Kurd divê ji zordestiyê rizgar bibin, lêbelê ne bi rêya bûyîna zordestên nû, ne bi rêya înkara mirovbûna yên-din, lê bi rêya binpêkirina pergala zordestiyê bi xwe. Ev tê wateya ku dema em behsa mafên kurdan dikin, em di heman demê de divê behsa mafên hemû kurdan bikin.

Encam

Dema em li derûniya hevpar a kurdan dinêrin, em bi diyardeyeke tevlihev re rûbirû dibin. Kurd bi sedan salan di bin zordestiyeke demdirêj û berdewam de jiyane ku ne tenê li erdnîgariya siyasî, lê herwiha li derûniya wan a hevpar jî bandoreke kûr hiştiye. Di nav vê pêvajoya demdirêj de kurd mekanîzmên berevaniyê pêk anîne – û yek ji van mekanîzman narsîsîzma bindestan e.

Ev narsîsîzm di gelek şêwazan de xuya dibe: narsîsîzma dîrokî ku tê de dîrok bi awayekî mîtolojîk tê bilindkirin, narsîsîzma qurbaniyê ku tê de nasname li ser êş û qurbanbûnê tê ava kirin, narsîsîzma dijminî ku tê de nasname hewcedarê herdemî ya dijminekî dibe û teşeyên din. Ev hemû teşeyana mekanîzmên berevaniyê ne li hemberî dermirovkirinê û înkara rastîn ku li wan hatiye kirin.

Lêbelê pirsgirêka bingehîn ew e ku ev mekanîzman, herçend wekî berevanî û parastinê dest pê bikin jî dikarin bibin zincîra xwe girêdanê. Dema nasname bi tevahî li ser êş, qurbanbûn û dijbertiyê tê ava kirin, takekesê kurd yan jî civaka kurdî nikare hebûn û xwebûna xwe ji vê nasnameya rizgar bike. Êş dibe bingeha nasnameya hevpar û her hewldana rizgarkirinê ji êşê tê înkara nasnameya pejirandinê. Bi vî awayî, trawma ne tenê dibe bîranîneke borî, lê dibe pendên îroyîn.

Encamên vê rewşê li her du astan – takekesî û hevpar – xeternak in. Li asta takekesî kurdên takekes di bin parçebûna navxweyîn, girêdana bi trawma û astengiya geşedana takekesane de dijîn. Li asta hevpar, narsîsîzma bindestan bûye sedema parçebûna tevgera kurdî, bêdengkirina dengên navxweyîn, berdewamiya pevçûnê û xetera veguherandina ji bindestiyê berve zordestiya nû ve.

Lêbelê rêyên rizgarbûnê hene. Ev rê ne hêsan in û hewcedarê guhertineke kûr di mentalîteyê de dikin, lêbelê ev mimkin e. Hişmendiya rexneyî, vegerîna berve rasteqîniya dîrokî, guherandina nasnameya ji êşê berve hêza siberojê, hevalbendiya navneteweyî, demoqratîzekirina navxweyîn û hûmanîzma hundirîn giring e – ev hemû rê nin ku dikarin kurdan ji narsîsîzma bindestan berve rizgariya rastîn ve bibin.

A girîng ev e ku were têgihiştin ku ev ne înkara nasnameya kurdî ye. Nasnameya kurdî dewlemend, bilind û hewcedariya wê bi berevanî û parastinê heye. Lêbelê parastina nasnameyê ne bi narsîsîzmê pêk tê, lê bi têgihiştinek saxlem, rexneyî û mirovane ya li ser xwe û civakê. Kurd hewcedariya rexne, pejirandin û azadiyê ne – ev hemû hewcedarên bingehîn ên mirovî ne. Lêbelê ev hewcedariyan divê ne bi rêya narsîsîzmê, lê bi rêya sazkirina civakeke dadmend, demoqratîk û mirovane werin pejirandin.

Riya rizgarkirinê ne di înkara êşê de ye, ne di înkara nasnameya de ye, lê di rizgarkirina ji nasnameya ku li ser êşê hatiye ava kirin berve nasnameyeke nû ya ku li ser hêz, afirînerî û hûmanîzmê hatiye ava kirin de ye. Kurd divê xwe rizgar bikin, lêbelê ne bi rêya bûyîna zordestên nû, lê bi rêya binpêkirina pergala zordestiyê bi xwe.

Di dawiyê de, têgihiştina narsîsîzma bindestan hewl dide ku em ji simplîzasyonê dûr bikevin. Ev ne behskirina ku "hemû kurd narsîsîst in" e – ne kurd mirovan in bi hemû tevlihevbûn, hêz û lawaziyên mirovî. Ev herwiha ne înkara ku zordestiya li ser kurdan hatiye kirin e – ne, ev zordestiya rastîn e û hewcedariya rewa, îtiraf û kompanzeyê heye. Lêbelê ev hewldana têgihiştinê ye ku çawa ev zordestiya derûniya hevpar şikil daye, çawa mekanîzmên berevaniyê serî hildane û çawa ev mekanîzman dikarin hem parastinek bin hem jî astengek bin.

Hêviya me ew e ku bi vê têgihiştinê kurd karibin ji dorpêça narsîsîzma bindestan rizgar bibin û berve rizgariya rastîn biçin – rizgariyeke ku ne bi guherandina cihê hêzê, lê bi binpêkirina pergala hêzê pêk tê. Rizgariyeke ku ne tenê ji bo kurdên partî û rêxistinan, lê ji bo hemû kurdan, hûmanîzmeke navxweyî ya rastîn pêşkêş bike.

Çavkanî

Althusser, L. (1971). Ideology and ideological state apparatuses. In Lenin and philosophy and other essays. Monthly Review Press.

Bhabha, H. K. (1994). The location of culture. Routledge.

Butler, J. (1997). The psychic life of power: Theories in subjection. Stanford University Press.

Césaire, A. (1955). Discourse on colonialism. Monthly Review Press.

Fanon, F. (1952). Black skin, white masks. Grove Press.

Freire, P. (1970). Pedagogy of the oppressed. Continuum.

Gramsci, A. (1971). Selections from the prison notebooks. International Publishers.

hooks, b. (1994). Teaching to transgress: Education as the practice of freedom. Routledge.

Kernberg, O. (1975). Borderline conditions and pathological narcissism. Jason Aronson.

Kohut, H. (1971). The analysis of the self. University of Chicago Press.

Memmi, A. (1965). The colonizer and the colonized. Beacon Press.

Termên Sereke

Narsîsîzm (Narcissism) Rewşeke derûnî ku tê de takekes hesteke mezin a girîngiya xwe, hewcedarbûna pejirandina herdemî ji aliyê kesên din ve û kêmbûna hevdiliyê ji bo kesên din heye. Navê xwe ji mîtolojiya yewnanî û çîroka Narkîsûs distîne ku ew xwe di avê de dît û eşqa xwe pêk anî.

Narsîsîzma Bindestan (Narcissism of the Oppressed) Teşeya taybetî ya narsîsîzmê ku di nav komên bindest de pêk tê. Ev rewşeke derûnî ye ku tê de komên ku di bin zordestiyê de ne, wekî mekanîzmeke berevaniyê li hemberî dermirovkirinê û înkara nasnameya, dest bi bilindkirina bêpaye ya nasnameya xwe dikin. Ev ne narsîsîzmeke "xwezayî" ye, lê bersiveke derûnî ya li hemberî zordestiya berdewam e.

Mekanîzma Berevaniyê (Defense Mechanism) Di derûnnasiyê de, stratejiyên derhişiyê (unconscious) ku mirov bi kar tîne da ku xwe ji hestên êşdar, xema an jî tehdîdan biparêze. Sigmund Freud ev têgîn pêşkêş kir û behsa wê kir ku ev mekanîzma ji bo tendirustiya derûnî hewce ne, lêbelê dema zêde dibin, dikarin bibe sedema pirsgirêkan. Narsîsîzma bindestan yek ji van mekanîzman e.

Narsîsîzma Kompanze (Compensatory Narcissism) Tîpeke derûnî ku tê de takekes hewl dide ku kêmbûnek an jî windayek bi rêya bilindkirina tiştekî din kompanze bike. Di konteksta bindestiyê de, ev tê wateya hewldana kompanzekirina nirxa windayî bi rêya bilindkirina nasnameya xwe ya dîrokî, çandî an jî etnîkî.

Trawma (Trauma) Rûdana an jî serboriya ku zirareke derûnî ya kûr pêk tîne û bandor li ser takekesane an jî hevpar dike. Trawma dikare takekesî be (mînak, êrîş, şîdet) an jî hevpar be (mînak, jenosîd, bindestiya dîrokî, şer). Trawmaya hevpar bandoreke demdirêj li ser derûniya koman dihêle û dikare nifş bi nifş were veguhestin.

Bengîtiya Trawma (Trauma Bonding) Pêvajoya ku tê de trawma dibe bingeha nasnameya takekesî an jî hevpar. Di vê rewşê de, êş û qurbanbûn nabin tenê bîranîneke borî, lê dibin pendê nasnameya niha. Ev yek asteng dike ku takekes an jî kom ji êşê derbas bibe û berve siberojê biçe, ji ber ku êş bûye beşeke bingehîn a "ka ez kî me" an jî "ka em kî ne."

Bindestî (Oppression) Zordestiya pergalatîk a li ser komek an takekesî ji aliyê hêzeke din ve, bi rêya kontrolkirina çavkaniyan, înkara mafan û dermirovkirinê.

Dermirovkirin (Dehumanization) Pêvajoya ku tê de kesên an komên mirov wekî "kêmtir ji mirov" tên dîtin an jî tên ceribandin. Ev yek ji rêbazên bingehîn ên zordestiyê ye û sedema ku zordest dikare bê hevdiliya xistetî li bindestan bike.

Navxweyîkirin (Internalization) Pêvajoya ku tê de mirov hizir, bawer, nirx an jî rêbazên ji derveyî xwe dixwe bike û wan dike beşeke ji têgihiştina xwe. Di konteksta bindestiyê de, ev tê wateya ku bindest nirx û dîtinên zordest dixwe bike û dest bi dîtina xwe bi çavên zordest dike.

Hişmendiya Bindestiyê (Oppressed Consciousness) Têgihiştina Paulo Freire ya derbarê rewşa derûnî ya bindestan. Li gorî Freire, bindest hişmendiya zordest dixwe bike û dibe "bindestvanê navxweyîn" (internal oppressor). Ev tê wateya ku bindest xwe bi heman çavên ku zordest dibîne, dibîne û bi heman raman û hiziran ku zordest hizir dike, hizir dike. Ev rewşa herî kûr a bindestiyê ye.

Kolonyalîzm (Colonialism) Pergala siyasî û aborî ku tê de dewleteke hêzdar kontrola li ser axa, çavkanî û gelan ên li derveyî sînorên xwe digire. Kolonyalîzm ne tenê zordestiya fîzîkî ye, lê herwiha zordestiya çandî, derûnî û aborî ye.

Dekolonîzasyon (Decolonization) Pêvajoya azadkirina ji kolonyalîzmê – ne tenê di wateya siyasî de (serbixwebûna dewletî), lê herwiha di wateyên derûnî, çandî û epîstemolojîk de. Dekolonîzasyona mejiyê (decolonization of the mind) tê wateya azadkirina ji rêbazên ramaniyê yên kolonyal.

Nasname (Identity) Têgihiştina mirov a li ser "ka ez kî me" – ku bi taybetmendiyên takekesane, çandî, civakî, dînî, etnîkî, cinsî û siyasî tê pêkkirin. Nasname hem bi awayekî takekesî, hem jî bi awayekî hevpar tê ava kirin û di têkiliya bi civakê de pêk tê. Nasname ne tiştek tebût e, lê pêvajoya domdar a afirandinê û ji nû ve afirandinê ye.

Nasnameya Hevpar (Collective Identity) Têgihiştina hevpar a komekê derbarê "ka em kî ne" – ku bi dîrok, ziman, çand, nirx û serboriyên hevpar tê pêkkirin.

Mîtolojîkirin (Mythologization) Pêvajoya ku tê de rûdanên dîrokî, kesayetî an jî vegotinên bi awayekî mîtolojîk tên pêşkêşkirin – tê wateya ku rasteqîniya dîrokî tê bilindkirin, romantîzekirin an jî guhertin da ku were nasnameya hevpar û hestên neteweyî bihez bike.

Takekirin (Mimicry) Têgîn a Homi Bhabha ya ku behsa wê dike ka çawa bindest (bi taybetî di konteksta kolonyal de) hewl dide ku zordest takî bike. Ev ne takîkirinek têkûz e, lê "takîkirinek ambîvalent" e ku hem parastinek e, hem jî teşeya berxwedanê.

Yê-din (The Other) Têgîn a felsefî û civakî ya ku behsa wê dike ka çawa mirov an jî kom nasnameyên xwe bi rêya dijbertiya li hemberî "yê-din" pêk tîne.

Narsîsîzma Dîrokî (Historical Narcissism) Teşeya narsîsîzmê ku tê de kom dîroka xwe bi awayekî zêde bilind dike û gelek caran naveroka mîtolojîk dide wê.

Narsîsîzma Qurbaniyê (Victimhood Narcissism) Teşeya narsîsîzmê ku tê de nasname bi tevahî li ser "bûyîna qurbanî" tê ava kirin. Di vê rewşê de, êş û zordestiya dîrokî dibin bingeha nasnameya hevpar û her peyameka rexneyê an jî pirseke derbarê rasteqîniyê de tê wekî "înkara êşê" pejirandin.

Qurbanbûn (Victimhood) Rewşa bûyîna qurbanî. Di konteksta narsîsîzma bindestan de, ev tê wateya ku nasname bi tevahî li ser "bûyîna qurbanî" tê ava kirin û ev dibe bingeha nirx, pejirandina û mobilîzasyonê. Pirsgirêk ew e ku nasname her tim dixwaze êş û qurbanbûn berdewam bike, ji ber ku êş bûye bingeha nasnameya.

Narsîsîzma Dijminî / Afirandina Dijminî (Enemy Construction Narcissism) Teşeya narsîsîzmê ku tê de kom pewîstiya herdemî ya dijminekî heye. Dijmin ne tenê zordestê rastîn e, lê her tişt ku ji bo nasnameyê "yê-din" tê dîtin dikare bibe dijmin. Nasname li ser dijbertiya li hemberî hêzeke din ava dibe û hewcedarê berdewamiya vê dijbertiyê dibe.

Hiyerarşiya êşê / Pêşbaziya Êşê (Hierarchy of Suffering / Suffering Olympics) Pêvajoya ku tê de komên cuda hewl didin ku "êşa xwe mezintirîn" derxin holê.

Têkoşîna Çînî (Class Struggle) Têgîn a Karl Marx ya ku behsa pevçûna di navbera çînên civakî de dike, bi taybetî di navbera çîna karker û çîna burjuwazî de. Marx got ku ev têkoşîn motora guhertinên dîrokî ye.

Hegemonî (Hegemony) Têgîn a Antonio Gramsci ya ku behsa wê dike ka çawa çîna hukumdar ne bi tenê bi zor, lê herwiha bi rêya kontrola çandî û îdeolojîk hêza xwe dihêle. Hegemonî tê wateya ku bindest bawer dike ku pergala zordestan "xwezayî" an jî "rast" e.

Îdeolojî (Ideology) Di marksîzmê de, îdeolojî pergala hizir û baweriyên e ku têkiliyên hêzê yên bingehîn vedişêre an jî bi îdealîzekirinê vediguherîne. Louis Althusser got ku îdeolojî bi rêya "saziyên îdeolojîk ên dewletê" (ideological state apparatuses) tê sepandin. Ev saziyên dibistan, medya, dîn, malbat, hwd. in.

Otorîteryalîzm (Authoritarianism) Pergala siyasî ya ku tê de hêzek merkezî kontrola bi hêz li ser civakê digire, azadiyên siyasî sînordar dike û dijbertiya siyasî tune dike an jî asteng dike. Xetera narsîsîzma bindestan ew e ku piştî rizgariyê, ew dikare were guhertin di otorîteryalîzmeke nû de.

Parçebûn (Fragmentation) Pêvajoya parçebûnê – dema tevgerek, kom an jî fikr dibe gelek parçeyan û nikare yekbûnekê biparêze. Di konteksta tevgerên civakî de, ev pirsgirêka stratejîk a girîng e.

Bêdengkirin (Silencing) Pêvajoya ku tê de dengên taybetî di nav komê de tên astengkirin an jî înkarkirin. Narsîsîzma bindestan dikare bibe sedema bêdengkirina kesên di nav komê de ku rexne li ser vegotinên an jî stratejiyên fermî dikin.

Hişmendiya Rexneyî (Critical Consciousness) Têgihiştinek kûr û analîtîk a li ser rewşa civakî û siyasî ya xwe û strûktûrên hêzê ku vê rewşê pêk tînin. Ne tenê zanîna rewşê ye, lê herwiha têgihiştina çawa ev rewş tê çêkirin û çawa dikare were guhertin.

Hişmendîkirin (Conscientization) Têgîna Paulo Freire ya ku tê wateya pêvajoya derxistina hişmendiya rexneyî a li ser rewşa civakî û siyasî ya xwe. Ev pêvajoya bi perwerdehiya dialogîk û partîsîpatîf pêk tê û armanca wê ew e ku bindest ji "hişmendiya bindestiyê" derbas bibe û bibe subjeyekî aqil û şoreşger.

Înterseksiyonalîte / Hevalbendiya Navneteweyî (Intersectionality) Têgîn a Kimberlé Crenshaw ya ku behsa wê dike ku zordestî ne bi awayekî reşûspî ye, lê pêkhateyek e.

Humanîzasyon / Mirovkirin (Humanization) Pêvajoya dijber a dermirovkirinê – dema kesên an komên mirov wekî mirovan bi tevahî nirx û rûmet tên dîtin û ceribandin. Frantz Fanon û Paulo Freire behsa wê kirin ku armanca bindestan divê humanîzasyona xwe û herwiha zordest be. Ne înkara mirovbûna zordest, lê paşguhkirina zordestiya wî/wê û derbazkirina ji wê.

Hûmanîzma Rexneyî (Critical Humanism) Nêzîkatiyeke felsefî û siyasî ku behsa wê dike ku hemû mirovan bi heman nirx û qedr in û ku rizgariya rastîn ew e ku hemû mirov rizgar bibin, ne tenê yek kom.

Demoqratîzekirin (Democratization) Pêvajoya ku tê de civak, sazî an jî tevgerên berve strûktûrên demoqratîktir diçin.

Pirbûn (Pluralism) Têgihiştina û pejirandina ku di nav civakê de gelek bawerî, dîtinên siyasî, nasnameyan û rêbazên jiyanê hene û ku ev hemû hewcedarê nirx û parastinê ne. Dijbera pirbûnê monolîtîzm e – ramana ku tenê yek rêya "rast" heye.

 

***

Nivîsên Brahîmê Alûcî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Bêçaretiya Fêrbûyî û Rewşa Kurdan

- Naskirina êşa bindestan; Dahûrîneke derûncivakî ya têkiliyên serdest-bindestan e

- Nirxandina Derûnkolînerî (Psychoanalysis) ya Komkujiya Robozkî

- Ziman, Derûn, Jiyan

3- Rêyek ji rûpoş û maskeyên kolonyal ber bi nasnameya resen ve 

2- Ji laşê Xwezayî heta Laşê Kolonîzekirî (rêze beşa 2'yan)

1- Dahûrîna Derûnkolînerî (Psychoanalysis) ya Frantz Fanon bi Neynika Kurdî (rêze beşa 1'ê)

- Lêborîn û bexşandin; travma û derûnterapî

- Lêborîn û Bexşandin; Bi nêrîneke derûnkolînerî û civakî

- Vegera Yê Tepisandî Û Mekanîzmayên Bergiriyê

- Jêbirin û jiholêrakirina nasnameya bindestan
- Hişê Çêkirî (Artificial Intelligence) û pirsên herî zêde tên pirsîn
- Şerê Derûnî (Psychological Warfare)
- Çawa çîrok dibin bawerî?
- Hêza nerm û hêza hişk, du rêbazên siyaseta navneteweyî

Parve Bike

Youtube Me

Di Festîvala Çandî ya Salane de 'Pêşbaziya tekstên şanoyê'

news

‘Mora Reş’ hêjayî Xelata Taybet a Rûmetê ya Navneteweyî hat dîtin

news

Ji Weşanên Lûvî du pirtûkên nû

news

Ne ev lê tiştek din

news

Niha hat bîra min

news

Romaneke nû 'Huso û Nazê' derket

news

Mirina Stalîn

news

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 04 11 2026

Derûnnasiya Bijarte, berxwedan û berevaniya nasnameya serdest li hemberî arezû û daxwazên wekheviyê yên bindestan

news
  • 31 10 2026

HÛN KÎ NE?

news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Çend têbinî û rexneyek li ser romana 'Bazbenda Dayê'

  • Hogir Berbir
news

'Valahiyên'  di nav risteyên jiyana me de

  • Omer Dilsoz
news

Kitêbeke Nenivîsandî

  • Mesûd Qeya
news

Dilşad Serhad, Erez Ehmed; û serboriya emeliyetê

  • Dilşêr Bêwar
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
Ev jî hene
ad

Ji îro 5 nûçeyên ku derketine pêş

ad

Di pêşnûmaya Rêveberiya Demkî ya Sûriyeyê da Rêveberiya Xweser de çi heye?

ad

Em nikarin ji zimanê 13 mîlyon kesî dûr bisekinin

ad

Azadiya Welat: Alataş hat kuştin

ad

Di navbera hêzên asayiş û gelê Mexmûrê de pevçûn derket

ad

Berendamên Amedê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Festîvala Fîlman a Bogazîçî bi fîlmê 'Ummu Gulsum' dest pê kir

  • 09 11 2026
news

Derbiya kurdan wekhev bi dawî bû

  • 09 11 2026
news

FIFA'yê 11'ên serketiyên yên salê eşkere kirin

  • 09 11 2026
news

DEM Partî li ÎBB'ê Koma Meclisê ava kir

  • 09 11 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname